Gerîlayê HPG'ê Bozkûrt li Toronto hat bîranîn

Kurdên li Toronto dijîn, gerîlayê HPG'ê Mehmet Bozkûrt bibîr anîn.

Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li bajarê Kanada Torontoyê, ji bo Necmettîn Bozkûrt û gerîlayê HPG'ê Mehmet Bozkûrt (Harûn Çekdar) merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.

Li ser jiyana gerîlayê HPG'ê Harûn Çekdar ku di heman demê de xizmê Hevserokê Meclîsa Gel a Torontoyê Îhsan Kaya ye û di şerekî li Erzîromê de jiyana xwe ji dest da, sînevîzyonek hat nîşandan.

Di merasîmê de li ser navê Kantonên Rojava Sînem Mûhammed û li ser navê Meclîsa Gel jî Çîgdem Kazan axivîn. Bîranîn bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.