Gerîlayê HPG’ê Bîlen ber bi bêdawîtiyê ve oxir kirin: Serkeftin a Kurdan e
Gerîlayê HPG’ê Osman Bîlen ê ku li Gîresûnê jiyana xwe ji dest dabû, li gûndê Helhele yê ku ji dayik bibû ber bi bêdawîtiyê ve hate oxirkirin.
Gerîlayê HPG’ê Osman Bîlen ê ku li Gîresûnê jiyana xwe ji dest dabû, li gûndê Helhele yê ku ji dayik bibû ber bi bêdawîtiyê ve hate oxirkirin.
Gerîlayê HPG’ê Osman Bîlen ê ku li Gîresûnê jiyana xwe ji dest dabû, li gûndê Helhele yê ku ji dayik bibû ber bi bêdawîtiyê ve hate oxirkirin. Dayika Bîlen diyar kir ku bi kurê xwe serbilind e, Aydogan a HDP’î jî wiha got: “Wê planên Erdogan vala derkevin û serkeftin a Kurdan e. Apê Bîlen jî da zanîn ku êşkence li cenaze kirine.
Di 7'ê Hezîranê de li Gîresûnê di navbera gerîlayên HPG'ê û leşkeran de şer derketibû û gerîlayê HPG'ê Osman Bîlen (Baz Mordem) jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Bîlen piştî ji hêla malbatê ve hat wergirtin, anîn navçeya Hezroyê ya Amedê. Cenaze birin taxa Licokê û ji vir şandin gundê Helheleyê.
Di merasîma cenaze de alên PKK û KCK'ê hatin hilgiritn û darbesta Bîlen bi alên PKK'ê hatin xemilandin û bi dirûşmeyên "Şehîd Namirin", "Ey Şehîd Xwîna Te Li Erde Namîne", "Têkoşîn Berxwedan Rêya Me Rêya Şehîdan" hatin berzkirin. Piştî deqeyek rêzgirinê a bi sirûda "Çerxa Şoreşê" re 21 gule hatin avêtin. Di merasîma cenaze de dayika Bîlen, Şerîfe Bîlen axivî û ev tişt got: "Kurê min ti egîdê Kurdistanê yî. Serê te her dem bilind e, eniya te vekirî ye. Îro serê min jî bilind e, em bi te serbilind in."
ÊRÎŞÎ MAŞÎNA CENAZE KIRIN
Apê Bîlen, Bahrî Bîlen, diyar kir ku maşîna wan li Gumuşhaneyê hatiye kevirkirin û ev tişt got: "Di van de ti nirxê mirovahiyê nemaye. Lê xwedîderketina mezin a li vir em kêfxweş kirin. Baz şehîdê Kurdistanê ye. Bila serê gelê Kurd sax be. Em soz didin Baz, em ê têkoşîna wî bilind bikin." Axaftinên Bîlen bi dirûşmên "PKK Gel E Gel Li Vir E" dem dem hatin qutkirin.
AYDOGAN: BI SAYA WAN AZADÎ NÊZÎK DIBE
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Nûrsel Aydogan jî axivî û bi rêzdarî Bîlen bi bîr anî. Aydogan anî ziman ku bi saya têkoşîna wan gelê Kurd her roja ku diçe hê nêzîktirî azadiyê dibe. Aydogan diyar kir ku hikûmeta AKP’ê ya êrîşên îmha û qirkirinê yên ku li Kurdistanê dayî destpêkirin bi ser nakevin û wiha got: “Nikarin têkoşîna vî gelî tine bikin, encax dikarin vê di xewnên xwe de bibînin. Di demeke pir nêz de wê her kes bibîne planên AKP’ê têk çûne û serkeftin a Kurdan e.”
Piştî merasîmê cenazeyê Bîlen birin girê li pêşiya goristanê û li gel 2 gerîlayên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn, defin kirin.
ÊŞKENCEYÊN HOVANE LI CENAZE HAT KIRIN
Bahrî Bîlen eşkere kir ku wî cenazeyê biraziyê xwe ditiye, di laşê biraziyê wî de şopên 20 guleyan hebûye, bi taybetî di singa wî de şopên gelek guleyan dîtine. Bîlen got ku dîsa di cenaze de cihekî nehatibû şikandin tune bû. Piştî şerê li Gîresûnê, tîmên taybet wêne li ser medyaya civakî parve kiribûn, digotin ku milê wî yê rastê qut bûye, di stûyê wî de şopên guleyan heye, lê di singa wî de ti şopên guleyan nehatibûn dîtin.