Gerîlayan li Çiyayê Bagokê bi ser şantiyeyê de girtin

Gerîlayan li Çiyayê Bagokê bi ser şantiyeyê de girtin

Li Mêrîdê gerîlayên HPG’ê li kontarên çiyayê Bagokê bi ser şantiyekê de girtin û her wiha hate hînbûn ku navçeya Basa ya Şirnexê û li Dihê ya Sêrtê makîneyên aydê şandiyeta çêkirina rê bûn hatin şewitandin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin hate hînbûn ku 3 gerîlayên HPG’ê li ser riya Mîdyat-Nisêbînê li kontarên çiyayê Bagokê bi ser şantiyeya betonê de girtine. 3 gerîlayên ku ketin şantiyê demekê man û piştre maşîneya şantiyê texrîb kir. Piştî serdegirtinê li herêmê operasyonek berfireh hat dest pêkirin.

Her wiha li navçeya Basa Şirnexê û Dihê ya Sêrtê ku dê bin bendava Ilisu de bimîne jî makîneyên firmayeke ku xebatên rêya bejayî dihat meşdin hate şewitandin. Li bajaroka Findik a Basa du kamyon û 6 wesayît hate şewitandin.

Di vê navberê de li Şirnex û navçeyên wê tevgera leşkerî didome. ji Tabura Tank a Cizîrê bi hezaran wesayît berbi Şirnexê ve ketin rê. Hate hînbûn ku dê yekineyên leşkerî li sînorê Hermêma Federal a Kurdisatanê bicih bibin.