Gerîlayan ji bo 15’ê Tebaxê çalakî li dar xistin: 25 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG/YJA Starê bi boneya Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê rêzeçalakî li dar xistin. Di çalakiyan de herî kêm 25 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku hêzên gerîlayan ji bo bîranîna Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê gelek çalakî li dar xistin. Di vê çarçoveyê de HPG’ê ev agahî parve kirin:

COLEMÊRG

13’ê Tebaxê artêşa TC li çoltera gundên Qadana, Xıznê, Nêrgula, Ewliya, Dêrik, Gare û Meleyan ên girêdayî qada Şemzînan a Colemêrgê dest bi operasyonekê kiriye. Ber bi danê sibehê, gerîlayên me ji du baskan ve yekîneyek leşkerî xistibûn kemînê û 5 leşker hatibûn kuştin. Ev baskê operasyonê qedemeyekê vekişiya, yekîneyên teqwiye yên piştî nîvro hatin jî qadên Şehîd Havîn, Kurê Mizgeftê û derdora gundê Ewliya dewam kirin.

13’ê Tebaxê heta saet 14.30’an li gelek deverê şer rû da, li ser qada Gostê jî êrîşên bi obus, hewan, helîkopterên Kobra pêk hatin. 14’ê Tebaxê saet ji 12.30’an heta 13.30’an balafirên şer qada Gostê bi awayekî dijwar bombe kirin. Di şer de 10 leşker mirin, 5 gerîlayên me jî bi şerekî lehengî gihiştin şehadetê. Li vê qadê operasyon û cih bi cih şer dewam dikin. Nasnameyên gerîlayên me şehîd û zanyariyên têkîldarî operasyonê wê piştre bên ragihandin.

ŞIRNEX

12’ê Tebaxê 2 wesayîtên zirxî yên ku ber bi gundê Germav ê girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê ve diçû ji hêla gerîlayên me ve ji nêz ve hatiye hedefkirin. Çawîşekî pispor birîndar bû, lê hejmara mirî û birîndaran nehate zelalkirin. Piştî çalakiyê, leşkeran qada çalakiyê dan ber topên hewanê û çekên A4. Li vê qadê tevgera leşkerî didome, 13’ê Tebaxê ber bi danê sibehê jî hêzên me baskekî operasyonê xistin kontrola xwe. Ev baskê ku cerdevanên eşîra Jîrkiyan pêşengiyê jê re dikin nehate hedefkirin, danê êvarî saet 19.45’an baskekî hêza operasyonê ket kemînê. Di vê çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê, helîkopterên Skorsky mirî û birîndarên xwe rakirin.

14’ê Tebaxê saet 02.00’an li Zozanên Laleş û qada Deriyê Zêr ên girêdayî Elkê, artêşa TC dest bi operasyonekê kiriye.

AĞRI

9’ê Tebaxê saet 10.00-11.00’an, 10’ê Tebaxê saet 14.30-15.00’an, 12’ê Tebaxê saet 14.30-15.00’an, 13’ê Tebaxê saet 15.00-16.00’an û 14’ê Tebaxê saet 17.00-18.00’an, gerîlayên me yên YJA-Starê bi çekên giran li leşkerên artêşa TC ên li derdora girê Şehîdan a girêdayî qada Qileban a Şirnexê dan. Li vir hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin.

AGIRÎ

14’ê Tebaxê artêşa TC li qada gundê Kulê ya girêdayî navçeya Bazîd a Agiriyê kemîn datanî. Heman rojê saet 17.30’an hêzên me li dijî leşkerên kemîn datanîn çalakî li dar xistin. Li vir 3 çeper hatin rûxandin, 4 leşker jî mirin. Piştî çalakiyê artêşa TC mirî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky rakirine. Li qadê tevgera leşkerî didome.

BEDLÎS

14’ê Tebaxê saet 18.30’an hêzên me li dijî leşkerên ku ji qereqola Birîkar a girêdayî navçeya Tetwan a Bedlîsê derketin û ber bi gir ve diçûn, çalakî li dar xistin û 2 leşker kuştin.

14’ê Tebaxê saet 17.30-19.00’an, hêzên me li ser rêya Tetwan-Xîzanê çalakiya kontrolkirina rê li dar xistin. Hêzên me li vir nasname kontrol kirin, têkîldarî pêvajoyê jî gel agahdar kirin. Di vê çalakiyê de gerîlayên me hewl dan wesayîtekê rawestîne, lê wesayîtê tevgera xwe domandiye. Hêzên me li ser vê guleyên hişyariyê avêtine, lê ji ber ji wesayîtê jî gule hatin avêtin, hêzên me gule li wesayîtê reşandine. Hejmara mirî û birîndarên li vir nehatin zelalkirin.

ÊLIH

14’ê Tebaxê artêşa TC li qada Sason a Êlihê operasyonek daye destpêkirin û 15’ê Tebaxê danê sibehê jî bêencam vekişiyaye.

MÛŞ

Ev hefteya dawî, cerdevanên gundê Adgon ê girêdayî navçeya Kop a Mûşê û leşker li qada gundê Piyongê kemînan datînin.

11’ê Tebaxê danê êvarî, komek kontra li gundê Kotalî yê girêdayî Mûşê ji gel bi zorê pere kom kirine. Pêwîst e gelê me yê li herêmê ji vê koma kontra hayîdar be.

DERSÎM

9’ê Tebaxê ji ber êrîşên artêşa TC a bi ser Geliyê Mûnzûrê, xetên telefonê xira bibûn. Karkerên ji bo tamîra xetên telefonê hatibûn bi destûra Walîtî û fermandarê qereqola Zarge hatin. Dema karker dixebitîn jî artêşa TC bi zanebûn gule li wan reşandine û li vir karkerekî jiyana xwe ji dest daye. Medyaya şerê taybet a TC hewl dide vê bûyerê bixe stûyê hêzên me. Ev êrîş ji hêla dewletê pêk hatiye.”