Gerîlayên HPG’ê li navçeya Şemizînan a Colemêrgê li dijî helîkptera artêşa Tirk a Skorsky çalakiyek li dar xisitn û di encamê de helîkopterê derbe xwar.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di daxuyaniya da de diyar kir ku di 16’ê Gulanê de di saet 14.00’an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî helîkopterek skorskyan a di navbera qereqolên Bêsosin û Rubarokê difiriya ji aliyê gerîlayan ve çalakiyek hatiye lidarxistin.
Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di encama çalakiyê de helîkoptera skorsky derbe xwariye şewat girtiye û neçar maya ji herêmê dûr bikeve. Piştî çalakiyê li dijî h erêma Xapûşkê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye topbarankirin.”