Gerîlayên HPG’ê li dijî tabura leşkeran a li bajaroka Rubarokê ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê êrîşa bi hewanan pêk anî û di êrîşê de leşkerek mir û 2 leşker jî birîndar bûn.
Li dijî Fermandariyar Tabura Sînor a Ewlehiya Navxweyî ya bajaroka Rûbarokê ya navçeya Şemîzanan a Colemêrgê saet di 14.40'an de ji aliyê gerîlayên HPG’ê ji Çiyayê Govendê bi hewanan û çakan êrîş pêk hat.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêm hatin bidestxistin di êrîşê de leşkerek mir û çawişeke pispor û leşkerek jî birîndar bûn. Piştî êrîşê li herêmê operasyona leşkerî dest pê kir.
Walîtiya Colemêrgê jî êrîş piştrast kir û daxuyand ku têkildarî windayan de hêj tu agahî negihiştine destê wan.