Gerîlaya YJA- STAR Akinci, li gundê xwe ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin

Gerilaya YJA- STAR Gulsun Akinci ya ku li navçeya Şemzînan a Colemêrgê jiyana xwe ji dest dabû, piştî 11 salan li warê ku ji dayik bûyî, ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin.

Gerilaya YJA- STAR Gulsun Akinci ya ku li navçeya Şemzînan a Colemêrgê jiyana xwe ji dest dabû, piştî 11 salan li warê ku ji dayik bûyî, ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin. Di merasîmê de bav Îbrahîm Akincî axivî û wiha got: “Şehîd, tovên azadiyê û ronahiya têkoşîna me ne.”

Cenazeyê gerîlaya YJA-STAR'ê Gulsum Akinci (Silav Rover) ya li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê di 1'ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 11 salan anîn gundê wê. Parlamentera HDP'ê Gulser Yildirim, Wekîlê Şaredar Mahmut Kiliç, endam û rêveberên DBP û HDP'ê jî di nav de bi sedan kes beşdarî merasîma cenaze ya li gundê Rover a navçeya Kerborana Mêrdînê bûn.

Girseya ku darbesta Akinci ya bi rengên kesk, sor û zer hatiye pêçan hilgirtin, dest bi meşê kirin û di meşê de dirûşmeyên "Şehîd Namirin" "Tolhildan", "Kurdistan Goristan Ji Bo faşîstan", "Hevrê Silav Dijî, PKK Şer Dike" berz kirin û piştî meşê jî sirûda "Çerxa Şoreşê" xwendin. Piştre cenazeyê Akinci hat definkirin.

Bavê Akinci, Îbrahîm Akinci di merasîma cenaze de axivî û wiha got: "11 sal in keça min ji bo rûmet, namûs û nasnameya xwe ya azad têkoşiya. Soza me ji bo Kurdistan û Apo heye. Ji bo jiyaneke birûmet bêyî stûyê xwe bitewînin em ê di rêya şehîdên xwe de bimeşin. Şehîdên ku em didin axê, tovên azadiyê û ronahiya têkoşîna me ne."

Ji bo Akinci wê li Êlihê sersaxî bên qebûlkirin.