Gerîlaya HPG'ê Fatma Can ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin
Gerîlaya HPG’ê Fatma Can (Nûda Botan) a ku di şerekî li Wanê de jiyana xwe ji dest da, li Êlihê ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin.
Gerîlaya HPG’ê Fatma Can (Nûda Botan) a ku di şerekî li Wanê de jiyana xwe ji dest da, li Êlihê ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin.
Cenazeyê Can di têketina Gundê Biçakçi ji aliyê hezaran welatiyan ve hate pêşwazîkirin. Cenazeyê Can a bi konvoyek bi sedan wesayîtî ve anîn Goristana Girbereşk, li ser milên jinan hate birin. Di merasîma cenazeyê de parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, Rêveberên HDP û DBP’ê, pêkhateyên KJA û bi hezaran welatî amade bûn. Girseyê dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Serok Apo” berz kirin.
Ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna demokrasî û şoreşê de jiyana xwe ji dest dane, li gel sirûda ‘Çerxa Şoreşê’ rêz hate girtin.
Di merasîmê de bavê Fatma Can, Hamît Can axivî, wiha got: “Di tevahî jiyana min de roja min a herî xweş îro ye. Ji ber ku Nûda gihişt şehadeta heqîqetê. Ev şehadeta heqîqetê nabe nesîbê her kesî. Êşa wê hinekî giran e, lê em ê vê êşê jî bikşînin. Ji ber vê şerefa Nûda daye me, îro em serbilind in. Îro Nûda gihişt heqîqetê. Bila serê Kurdistanê û Serok Apo sax be.”
Piştre Parlamenter Ayşe Acar Başaran axivî, got: “Nûda ji bo gelê Kurd, ji bo jiyanek nû ji gelê Rojhilata Navîn ava bike di rêya heqîqetê de şehîd ket. Em hemû lêborîna xwe ji şehîdan dixwazin. Wek siyasetmedar, wek gel eger îro me barê li ser milên xwe kêm bikira, me têkîşonek li gor vê bimeşanda, me yê her roj şehîdên xwe defin nekiribana.”
Piştî axaftinan, Can bi tîlîlî û dirûşmeyan hate definkirin.