Gerîla Rojen ji aliyê 10 hezaran ve hat birêkirin

Gerîla Rojen ji aliyê 10 hezaran ve hat birêkirin

Dehhezaran kes li navçeya Gevera Colemêrgê cenazeyê gerîlaya HPG’ê Sitî Kizan (Rojen Mûrat) spratin axê. Piştî xine li destên Kizanê hat dayîn, li gel dirûşiman ew spartin axê.

Cenazeyê gerîlaya HPG’ê Sitî Kizan (Rojen Mûrat) ya ku di 10’ê tîrmehê de, di pevçûna li Çewlikê de tevî 4 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dan, li Geverê ji aliyê hezaran ve hate pêşwazîkirin. Ji ber merasima cenaze li navçeyê esnafan deriyên dikanên xwe venekirin û neçûn ser kar.

Piştî pêşwazîkirinê, ji bo pêkanîna wecîbeyên olî, cenazeyê gerîla Rojen birin mizgefta li navenda Taxa Kişleyê.

Piştî wecîbeyên olî jinan darbesta Kizan danîn ser milê xwe û heta gorê meşiyan. Di merasimê de bi sedan alên PKK'ê û Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Dîsa di meşê de wêneyên gerîlayan û alên Konfedarilizmê hatin rakirin. Darbesta Kizan bi rengê kesk sor û zer û qurnefilan hate xemilandin. Girsê piştî 4 kîlometre darbesta Kizan danîn ser milê xwe û heta goristana Bajirgê meşiyan li vir bi tililî û dirûşmeyan cenaze definkirin.

Girseya ku di meşê de hêjmara wan qat bi qat zêde bû polîs neçar man ku xwe bidin paş. Girsê di meşê de bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin", "Tolhildan" berz kirin. Welatiyên derketin hêwanên xwe jî ji malên xwe gul û qurnefil avêtin ser girseyê. Dema girse di ber nokteya polîsan re derbas bû kevir avêtin polîsan. Girsê piştî cenaze defin kir rêz girt û sirûda "Çerxa şoreşê" xwendin.

Li ser gorê Nûnerê MEYA-DER'ê Sadullah Duzen, ji ber tevlêbûna girsê ji gelê Geverê sipasiya xwe anî ziman. Serokê BDP'ya Geverê Rustem Demir, jî anî ziman ku hikûmeta AKP'ê di şer û xwînê de israr dike, lê ew dê di aştiyê de israr bikin û wiha got: "Ji ber polîtîkayên AKP'ê di 5 mehan de 13 ciwan li Geverê hatin definkirin.

Birayê gêrîla Rojen Mûrat Kizan spasiya gelê Geverê kir û got; “Carek din Gever bi awayek bi rûmet xwedî li vîna xwe derket. Ev şehîd neyê min e, şehîda gelê Kurde. Serê gelê Kurd û Birêz Ocalan sax be. Lê belê bila her kes bizane ev gel bi komkujiyan naqede. Ev tekoşîn wê ji vê şûn de jî bi awayek biryardar berdewam bike.”

Piştî axaftinan girse ber bi konê şînê ya li gundê Bolûkê hatiye vedan meşiyan. Girseya ku piştî serdanê vegeriyan navendê malek ya cemaetê dan ber keviran û camên wan şkandin. Piştî meşa heya navendê polîsan bi nêzî 20 wesayîtên zirxî êrîşî girseyê kir. Ciwana jî bikeviran bersiva êrîşa polîsan dan. Bûyerên ku belavî navenda navçeyê bûn didomin.