'Gerîla nebûya, Erşet Salihî jî sax nedima'
Parlamenterê YNK'ê yê Iraqê Mihemmed Osman got, "Eger gerîla nebûya, ne diyar bû ku Erşet Salihî niha sax bû yan na. Lewma divê yekser ji PKK'ê lêborînê bixwaze."
Parlamenterê YNK'ê yê Iraqê Mihemmed Osman got, "Eger gerîla nebûya, ne diyar bû ku Erşet Salihî niha sax bû yan na. Lewma divê yekser ji PKK'ê lêborînê bixwaze."
Osman da xuyakirin, gotinên Salihî dûrî ji rastiyê ne û ne yên qebûlkirinê ne. Osman got, "Divê Salihî baştir li ser bifikire bê bi çi rengî nêzî gerîla bibe."
'EGER GERÎLA NEBÛYA, DIBE KU NIHA SALIHÎ NEJIYA'
Mihemmed Osman got, "Belgeyên heyî yên li ber destê me ne, nîşan didin ku Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî û fermandarê artêşa Iraqê bi rengekî vekirî gotine, gerîla û şervan bi lehengî li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin" û ev nirxandin kir: "Pêwîste Erşet Salihî ji bîr neke, gerîlayên îro li Kerkûkê ne û hemû Kerkûkî canê xwe, malê xwe û rûmeta xwe li dijî çeteyên DAIŞ'ê diparêzin. Wekî din divê Salihî ji bîr neke, eger ew gerîla nebûna niha kesî nedizanîbû ku Salihî li ku dijî, mala wî li ku derê ye, yan jî dijî yan najî. Eger îro dikarin li vir bijîn, ev yek bi saya van lehengan e. Lewma Erşet Salihî ji ber gotinên xwe divê ji gerîla, şervanan lêborînê bixwaze. Ew leheng in, ku tevî pêşmergeyan li refên herî pêş di nava şert û mercên herî dijwar de li dijî çeteyên DAIŞ'ê têdikoşin û canê xwe feda dikin."
'DIVÊ SALIHÎ JI DEWLETA TIRK A DAGIRKER BIXWAZE KU JI KURDISTANÊ DERKEVE'
Mihemmed Osman di dawiya axaftina xwe de ev bang li Erşet Salihî kir: "Li şûna ku bixwazî ev lehengên Kurd ên şoreşger ji Kurdistanê derkeve, divê ji dewleta Tirk bixwaze vê xakê biterikîne, ku berî û piştî DAIŞ'ê xaka Kurdistanê dagir kiriye."
Osman da zanîn, di nava Tirkmenan de hêza temsîlê ya Salihî mezin nîne û anî ziman, Salihî li ser navê komek d nava eniya Tirkmen de cih digire û berdevkiyê ji dewleta Tirk re dike, daxive.
Mihemmed Osman got, "Gotinên Erşet Salihî nêrîna hemû Tirkmenan nîne. Tirkmen hemû bi vî rengî nêzî PKK'ê nabin. Ev yek nêrîna komek di nava eniya Tirkmen de ye. Ev hemû jî bi fermanên dewleta Tirk daxivin. Ji ber ku em dizanin, wekîlên din ên Tirkmen ên li parlamenta Iraqê, berevajî gotinên Salihî tev digerin û daxivin. Lewma em dibêjin; ev komeke biçûk e û dewleta Tirk wan dide axaftin."