BI DÎMEN

Gerîla: Ji bo azadiyeke bi rûmet deng bidin HDP'ê

Gerîlayên HPG'ê yên ku ji bo ewlehiya hilbijartinê, tevî hemû êrîşên dijwar ên AKP û artêşa Tirk di rewşa bêçalakîtiyê de ne, bang li gelê Kurd bi taybetî jî gelê Wanê kirin, ku ji bo azadiyeke bi rûmet dengê xwe bidin HDP'ê.

Gerîlayên HPG'ê yên ku ji bo ewlehiya hilbijartinê, tevî hemû êrîşên dijwar ên AKP û artêşa Tirk di rewşa bêçalakîtiyê de ne, bang li gelê Kurd bi taybetî jî gelê Wanê kirin, ku ji bo azadiyeke bi rûmet dengê xwe bidin HDP'ê.

Gerîlayên HPG'ê Dijwar Elbak û Şahan Botan, di vê der barê de ji ANF'ê re axivîn.

Elbak di destpêka axaftina xwe de gelê Cizîrê yê ku bi rojan e li ber didin silav kir û got: "Derî de em hemû xebatkarên ku têkoşîna xwe tevî her tiştekî didomînin û di şexsê gelê me yê Cizîrê de hemû gelê xwe yê berxwedêr silav dikin.'' 

'AKP HÊRSA 7'Ê HEZÎRANÊ DI 1'Ê MIJDARÊ DE DERDIXE’

Elbak bal kişand ser binketina AKP ya di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de û wiha axivî: ''Weke tê zanîn li pêşiya me pêvajoya hilbijartinê yê 1 Mijdarê heye. Ev hilbijartin xwedî girîngiyeke mezin e. Ji ber ku vê carê wê gel mafên xwe hîn bêhtir rewa bike. Lê AKP berevajî dixwaze vê carê li ser hesabê gel iktîdara xwe hîn bêhtir rewa bike û temenê kursiya xwe hîn dirêjtir bike. Ji lewra dixwaze tiştê ku di 7 Hezîranê de nekarî pêk bîne, di 1 Mijdarê de pêk bîne. Ji ber ku ew bi xwe dizane ku itîbara wan di nava gel de nemaye. Desthilatdariya wan jî 3 gavan ber bi dawîbûnê ve çûye. Lewma vê carê deshilatdarî û diktatoriya xwe hîn bi awayekî aşkera di şexsê gelê Kurd de li ser hemû gelan ferz dike. Ji ber vê jî AKP'ê ev rastiya xwe ti carî qebûl nekir û li ser vê esasê şerekî bi vî awayî da destpêkirin."

'ZIMANÊ DEMÊ JI BO AKP QIRKIRIN E' 

Elbak da zanîn ku pêvajoya 1'ê Mijdarê roleke diyarker di xweseriya demokratîk de dilîze girîngiya avakirina xweseriya demokratîk bilêv kir. Elbak got, "Gelê me li Bakurê Kurdistanê xweseriya xwe ya demokratîk îlan kiriye, ji lewra wê ev hilbijartin bibe yek ji hîmên esas ji bo avakirina xwerêveberiyê. Her wiha eger xweseriya demokratîk were avakirin ew ê azadiya serokatî û azadiya tevahî gelan bi xwe re bîne. Ev weke mokeleke bi vî awayî pêş dikeve. Lê dema ku me got xweseriya demokratîk divê wiha neyê fêm kirin ku tenê ji bo gelê Cizîrê ye yan jî tenê têkilidarî gelê Kurd e. Berevajî ev modeleke ku ji bo demokratîkbûna hemû gelan e.  

Ji ber wê jî bangawaziya me jî tenê ji bo Kurd û Kurdistanê nîne. Bangawaziya me ji bo hemû gelên ku birçiyê azadî û demokrasiyê ne. Di serî de jî gelê Kurd û Tirk. Divê her kes êdî li polîtîkayên dewleta Tirk hişyar be û destûrê nedin ew li ser xwîna zarokên wan qesra xwe bilintir bike û li ser hesabê kêliyên pêşeroja zarokên wan kursiya xwe qewîntir bike. Lê ji ber ku gelê me yê Cizîrê, Farqîn, Gever, Sûr, Gimgim xweseriya xwe îlan kir û îradeya xwe derxist holê, AKP nerazîbûna xwe ji vê pêngavê bi polîtîkayên qirkirinê tîne ziman. Qirkirin zimanê demê ye ji bo AKP. Ji ber wê jî em dibînin ku gelê me îro bedelên azadiyê roj bi roj dide.'' 

'MASKEYA QRALÊ TAZÎ JI RÛ KET'

Elbak destnîşan kir ku êdî rûyê rast ê AKP'ê derketiye holê, ji lewra êdî serî li rêbazên cuda dide. Di heman demê de banga xwe ji bo her kesî kir ku li pêşeroja zarokên xwe bifikirin û wiha şîrove kir: 

"Ji xwe dema ku AKP dît ku polîtîkayên di hilbjartinên 7'ê Hezîranê de pêk anî, kêrî desthilatdariya wî nekir, vê carê bi çavsorî ketiye nav de û rûyê wî yê rast qedeme qedeme derdikeve holê. Êdî bi awayekî pir vekirî êrîşên xwe yên ku bi hovîtiya xwe ve gihiştine asta herî bilind arasteyî gelan dike û dev ji polîtîkayên xwe yên qirikirinê bernade. Ji ber wê jî divê her kes bikeve giranî û xeteriya planên AKP. Ji lewra li ser vê esasê ber bi dîroka 1'ê Mijdarê ve biçin. Raste, her mirovek xwedî dengê xwe ye, lê dema ku dengê xwe jî bi kar tîne divê tenê li xwe nefikire. Divê li pêşeroja zarokên xwe bifikire. Li ser wê esasî tenê cihê ku her kes bi dengê xwe, bi rengê xwe, bi hebûn û îradeya xwe tevlî projeya wan bibe, HDP ye. Eger mirov li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê binêre mirovê bibîne ku bi rastî jî alternatîfeke din nîne ku hemû gelan ber bi demokrasî û azadiyê ve bibe. AKP em dibînin piştî 7 Hezîranê û desketiyên ku qebûl û hezim nekir, pêvajoyeke şerê DAIŞ’ane da destpêkirin. Encamên vî şerê hovane jî li ber çavan e. Maskeya qralê tazî ket. Û rûyê wan yê rast derket holê. Ev jî ji bo têgihiştina rastiya AKP pir watedar bû."

'HDP PIROJEYA JIYANA AZAD Û SERBIXWE YE'

Elbak di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku gelên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi vîna xwe dikarin dawî li şerê desthilatdariyê bînin û got, "Dewletek yan jî partiyek jî nayê wateya ku gelan yan jî bi rastî jî temsîla gel dikin. Ji ber ku heya ku di nava sînorên wê dewletê de xwîn bê rijandin, ew dewlet nikare bibe berdevkê wê civakê. Ji ber ku hemû reng wê tenê hebûna xwe di nava HDP de bibînin, ji ber wê jî divê her kesek ku dixwaze di nava demokrasî û azadiyê de bijî, pêşerojek ronî ji zarokên xwe re bihêle, divê dengê xwe bide HDP. Li derveyî wê jî alternatîfek ji bo azadî û demkorasiyê nîne. Ji ber ku MHP bi zîhniyeta xwe ya klasîk bi netewperestiya xwe ve tê nasîn. Ji xwe wê ti car nekaribe derbas jî bike. CHP jî weke çepgirekî marjînal ku nediyare li ser çi xetê dimeşe, ji xwe weke partiyeke lîberal e. Partiyên din herî kêm diyare li ser kîjan zihniyetê dimeşin. Lê CHP bi lîberalbûna xwe ve hîn bêhtir zerarê dide gelan. Ji ber wê jî ji bo hemû azadî û aştîxwazan em dibêjin adresa we ya herî rast HDP ye. Lewma divê herkes ji bona jiyaneke azad û serbixwe, ji bo hurmetdana pêşeroja xwe, ji bo hewldayîna bi azadiyê ronîkirina pêşeroja xwe dengên xwe bidin îradeya xwe, bidin HDP. Bi taybet jî gelê me yê Wanê." 

'HDP PROJEYA RÊBER APO YE'

Gerîlayê HPG Şahan Botan jî berxwedana gelê Kurd silav kir û got: "Ez destpêkê weke gerîlayên wargehên azad, berxwedana gelê Kurd bi rêzdarî silav dikim. Vê berxwedanê li Rojava destpê kir û li Bakurê Kurdistanê dewam dike. Lê divê heya ku bigihêje asta serketinê bidome.

Botan di axaftinen xwe de bal kişand ser êrîşên AKP û têkoşîna gelên Bakurê Kurdistanê ya li hemberî van êrîşan. Botan komkujiya li Enqereyê bibîr xist û ev nirxandin kir:

"AKP'ê dema dît bi 7'ê Hezîranê nebû, vê carê berê xwe da 1'ê Mijdarê û hilbijartinên pêşwext, ji xwe Erdogan ji bo wan nabêje hilbijartinên pêşwext dibêje ji nû de hilbijartin, xist rojevê. Ev jî gotineke ku wateyek mezin li pişt xwe vedişêre û bi zanebûne. Dixwaze bêje ku hilbijartinên 7'ê Hezîranê bi şaşîtî çêbû û divê em vê şaştiyê sererast bikin. Ji ber ku bendewariyên wan pêk nehatin. Lewma koalisyon jî qebûl nekir. Ji ber wê jî divê gelê me li hember vî şerê çekdarî û siyasî li ber xwe bide û helwesta xwe bi awayekî radikal deyne holê. Ew jî bi dengdayîna HDP'ê dibe. Ji ber ku HDP projeya Rêber APO ye û wê her li ser esasê perspektîfên Rêber APO bidome. 

Divê gelê me bizane ku em her dem li pey wan in. Lê divê vê jî zanibin ku hêza esasî ku karibe pêvajoyê di milekî rast de bibe dîsa jî gel bi xwe ye. Ji xwe pêwîste her kes vê hilbijartinê wiha binirxîne. Wê her kes bi dengdayîna xwe hebûna xwe îsbat bike. Yekîtî jî weke her kes dizane hevdu temam kirine.  Îro eger bi hezaran keç û xortên Kurdistanê dev ji her tiştî berdane û berê xwe dane çiyan, ev hemu ji bo azadiya tevahî gelê Kurd û cîhanê ye. Ji ber wê jî divê gelê me jî bi desteka xwe me temam bike. Ev pirsgirêk yan jî ev doz tenê gelê Kurd eleqedar nake. Jİ ber ku  mînaka herî zindî komkujiya ku li mîtînga aştiyê ya Enqerê çêbû ye. Di wir de ne tenê gelên Kurd hebûn ne jî tenê gelê Tirk hebû. Li wir bi dehan kesên ji netewe û partiyên cuda hebûn. Ev bi awayekî aşkera dike ku hêrsa desthilatdariyê ya AKP ne tenê li hemberî gelê Kurd e. Ji lewra têkoşîna wê jî ne tenê ji gelê Kurd tê xwestin. AKP îro di şexsê gelê Kurd de tehdahiyê li nirxên hemû gelan dike. Teqîna ku li Enqerê pêk hat jî berdewama teqîna ku li Amed û Pirsûse pêk hat e. Her dem bi vî awayî xwestin bi wan çavên gel ê bitirsînin û bikin îbret. Lê divê ne gelê Kurd ne jî gelê Tirk netirsin, ji bo jiyaneke azad bila rayên xwe bikar bîne. HDP jî ne tenê ji bo gelê Kurd e. Divê herkes vê baş bizane." 

'HER KESÊ JI  REWŞA RÊBERTÎ BI FIKAR E, DIVÊ DENG BIDE HDP’

Botan bi bangawaziyên xwe ji bona deng dayîna HDP dawî li axaftina xwe anî û wiha got: "Lê bila AKP jî bizane ku dema me di 7'ê Hezîranê de bend derbas kir me amedekariyên vê rojê jî kiribûn, îro jî wê sibê diyar bike. Divê gelê me bi giştî jî xwedî li Rêbertiya xwe derkevin. Rêbertî ji bo pêşeroja gelê Kurd û cîhanê tevahî xwe feda kir, dibe ku bi fikir azad be lê bi fîzîkî di nava dîwarên Îmraliyê de ye. Gelê me jî divê ji bo rewşa Rêberê xwe jî bi fikar be. Divê êdî ew esaret neyê qebûl kirin û Rêbertî were rizgarkirin. Di vir de rola gelê me yê şoreşger pir girîng e. Ji ber wê jî divê her kes bi vê giraniyê nêz bibe. Bangawaziya min ji bo tevahî gelê Kurd bi taybet jî gelê Wan û Serhedê ye. Pêwîste ew bi ciwan û extiyar xwe ber bi sindoqên hilbijartinan ve bimeşin û dengê xwe bidin HDP. Divê azadiya xwe bi dest bixin. Em jî li vir ji bo wan tekoşîna xwe hîn bilintir dikin. Lewma divê ti caran dev ji parastina xwe bernedin."