Gêrîla Resul Şen (Harun Gabar) yê di pevçûna 10'ê Tîrmehê li bejahiya Çewlikê de jiyana xwe jidest dayî li gundê Dilopkê ya Dêra Hênê ya Şirnexê ji aliyê bi hezaran kesî ve hat veşartin. Bavê Şen Mehmet Şen got; "Kurê min Resul beriya derkeve çiya kurê min bû. Lê piştî derket çiya bû kurê hemû gelê Kurd. Bila serê gelê Kurd sax be.
Malbata gêrîla Resul Şen (Harûn Gabar) yê di pevçûna 10'ê Tîrmehê li bejahiya Çewlikê de jiyana xwe jidest dayî piştî ku cenazeyê xwe ji Meletiyê girt ber bi Şirnexê ve derket rê. Malbat ku îro şeveqê gihîşt Cizîrê di ketina navçeyê de ji aliyê karwana bi dehan wesayîtî pêk dihat hat pêşwazîkirin. Karwana cenazeyê gêrîla Harûn ji vê derê ber bi gundê Dilopkê ya Şirnexê ve birê ket. Konvoy dema gihîşt bajaroka Dêra Hênê ji aliyê girseyeke qelebalaix ve bi çepik, zimêr û dirûşmeyan hat pêşwazîkirin. Balkêş bû ku di seranserî rê de tu tedbîr nehatin girtin. Karwana cenaze li gundê Dilopkê ji aliyê bi sedan kesî ve bi dirûşmeya "Şehîd Namirin", "PKK tolhildan" û "Bijî Serok Apo" hat pêşwazî kirin."
BI SÎNIYA NÎŞANÊ HAT PÊŞWAZÎKIRIN
Xuşka Gêrîla Harûn bi sîniya nîşanê cenazeyê birayê xwe pêşwazî kir. Parlementerê BDP'ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan, Rêvebirên BDP'ê yên bajêr û navçeyan û şaredarên herêmê jî tevlî merasimê bûn. Girseyê darbesta Şen bi rengên kesk û sor û zer xemilandin û bi dirûşmeyan ber bi goristanê ve birin.
'EDALETEKE WISA LI TU DEVERÊ CÎHANÊ NÎNE'
Cenazeyê gêrîla Harûn piştî nimêja cenaze li ber lorînan hat veşartin û deqîqeyek rêz hat girtin. Serokê BDP'a Şirnexê Bakî Katar di merasimê de axivî ûg to; "Zarokên me li dijî zilmê serî rakirin. Em dê heta bigihîjin azadiya xwe li pey zarokên xwe bimeşin." Parlementerê Şirnexê Hasîp Kaplan jî wiha axivî: "Zarokên kurd ji bo azadiya Kurdistanê derketine çiyayan. 30 salin ji bo ziman, çand û nasnameya xwe têdikoşin. Em lê dinerên zarokên wezîr û fermandaran bi holdîng û îhaleyan re mijûl dibin. Bêy ked dibin xwedî milyaran. Li tu devera cîhanê edaleteke bi vî rengî nîne."
'GELÊ KURD DÊ LIBER XWE BIDE'
Kaplan anî ziman ku, gelê Kurd ji hêlekê ve ji bo azadiya xwe têdikoşe û ji hêla din ve jî ji bo bijî liber xwe dide û wiha pê de çû: "Ji hêlekê ji bo edaletê û ji hêla din ve jî bêedaletiyeke bi vî rengî nayê qebûlkirin. Zarokên me ji bo rûmeta xwe têdikoşin. Em dê têkoşîna wan bilind bikin û di riya wan de bimeşin. Zilma tê kirin ji aliyê zihniyeta faşîst ve pêk tê. Gelê Kurd ev feraset di dema Sedam de, di dema Esad de dît. Niha jî di dema AKP'ê de heman zihniyetê dibîne. Gelê kurd li hemberî vê zihniyetê dê liber xwe bide."
'STRANA RESUL BI YEKÎTIYA ÇIYAYÊN KURDISTANÊ BÛ'
Bavê gêrîla Harûn Mehmet Şen jî wiha axivî: "Kurê min Resul beriya derkeve çiyayan kurê min bû lê piştî derket çiya bû kurê gelê Kurd. Bila serê hemû gelê Kurd sax be." Pismamê gêrîla Harûn Omer Şen jî da zanîn ku, straneke Resul hebû û wiha got; "Strana Rêheval Resul di riya berxwedanvanên 14'yê Tîrmehê de meşiyan bû. Dixwest ala wan bigire û li çiyayên Kurdistanê bi wan re bibe yek. Rêheval Resul tevlî karwanê şehîdên 14'yê Tîrmehê bûye. Lewma di riya Resul de meşiyan deyna ji bo gelê Kurde. Rêheval Resul li metropolan mezin bû lê tu caran ew jiyan ji xwe re esas negirt û xwest bibe Harûnê Botanî. Lewma Rêheval Resul rûmeta me ye."
Piştî axaftinan girse derbasî konê şînê bû û sersaxiya malbatê xwest.