Gerîla derbeyên giran li artêşa Tirk didin

Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Star ên li hember hêzên artêşa Tirk de qadî ku hat zelalkirin 22 leşker hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li dijî êrîşên ku hêzên dagirker faşîst mehên zivistanê ji xwe re wek firsend dîtin û li Kurdistanê pêk anîn, bi hatine biharê ve hêzên gerîlayên me dikevin nav tevgerê û bi çalakiyên bi bandor ve bersivê didinê.

LI XAPÛŞKÊ 12 LEŞKER HATIN KUŞTIN

HPG’ê têkîldarî çalakiya li Şemzînanê ev agahî parve kir: “2’yê Gulanê saetl 17.30’an hêzên gerîlayên me li hember 2 girên ku artêşa TC xwe li zozanên Xapûşke ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê xwe bi cih kiribûn, çalakî li dar xistine. Gerîlayên me yên berê xwe dan gir, bi veşartî ketin gir, 3 çeperên li gir rûxandin. Baskê duyemîn jî berê xwe da 2 çeper û konên leşkeran û rûxandin. Di heman demê demê de gerîlayên me bi çekên giran gir kirin hedef û leşkerên li vir gir berdane û vekişiyane. Di encama çalakiyê de gerîlayên me ev gir xistine bin kontrolê. Di vê çalakiya berfireh de bi zelalî 12 leşker hatine kuştin.

Piştî çalakiyê artêşa TC bi helîkopterên Kobra, balafirên şer, obus û hewanan girên derdor bombe kiriye. Dema çalakiyê de jî helîkopterek Kobra bi çekên giran hate hedefgirtin. 3’yê Gulanê bi piştgiriya helîkopterên Kobra, bi 10 helîkopterên Skorsky ve mirî û birîndarên xwe rakirine. Ev çalakiya ji bo berxwedêrên li Geverê bi berxwedanê gihiştine şehadetê hate lidarxistin.”

Di daxuyaniya HPG’ê de ev detay hatin ragihandin:

GERÎLAYAN LI HEMBER LEŞKERÊN LI DERDORA GUNDÊ AŞÛTÊ ÇALAKÎ LI DAR XISTIN

“3’yê Gulanê danê sibehê artêşa TC xwe li hin girên li derdora gundê Aşûtê ya li sînorê navçeya Qileban a Şirnexê bi cih kirine. Hêzên gerîlayên me saet 10.30’an li hember van yekîneyan çalakiyek li dar xistine. Baskê yekem ê çalakiyê, 2 çeper kirine hedef û di çeperê de 3 leşker kuştine; di çepera 2’yemîn de jî leşkerek kuştine, 3 leşker jî birîndar bûne.

Baskê duyem ê çalakiyê jî bi çekên giran çeperek kirin hedef. Li vir 2 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûne. Di çalakiyê de komek leşkerên ku hewl didan vekişin hate hedefgirtin û li vir jî leşkerek hatiye kuştin.

Danê nîvro saet 14.30’an helîkopterên Skorsky 3 caran hewl dane mirî û birîndarên xwe rakirin, her hewldanên wan rastî lêdanên çekên giran hatine û vala hatine derxistin. Piştre artêşa TC bi piştgiriya helîkopterên Kobra ve bi helîkopterên Skorsky mirî û birîndarên xwe rakirine.

Hêzên gerîlayên me saet 16.00’an ji 3 baskan ve bi çekên giran girekî leşkeran xwe tê de bi cih kiribûn kirin hedef. Artêşa TC saet 16.00-19.00’an bi helîkopterên Kobra ve ketober li qada çalakiyê da. Di heman demê de jî qereqolên li xeta sînor bi obus, hewan û tankan ve qada çalakiyê bombe kirine.

Ev çalakî ji bo bîranîna endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Hakî Amed û ji bo bîranîna hevalên pê re şehîd ketine hatiye lidarxistin.

LI ŞEMZÎNANÊ OPERASYON DIDOME

Artêşa TC li mintiqa Genîş Tepe yê girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê dest bi operasyonê kiribû, ev hê jî didome. 3’yê Gulanê saet 20.00-20.30’an balafirên şer ên TC mintiqa Şehîd Havîn a li qada Şemzînanê bombe kirine.

3’yê Gulanê saet 16.00’an hêzên gerîlayên me li hember leşkerên artêşa TC a xwe li derdora Genîş Tepe bi cih kirine bi çekên giran çalakî li dar xistine, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine zelalkirin.

LI ÇELÊ OPERASYONÊ DESTPÊ KIR

2’yê Gulanê artêşa TC li qada Şîfreza û Kanî Cinetê ya li sînorê navçeya Çelê ya Colemêrgê dest bi operasyonekê kiriye. 4’ê Gulanê saet 08.00’an hêzên gerîlayên me û leşkerên artêşa TC li qada li hev rast hatine û şer derketiye. Hêzên gerîlayên me li vir ji du baskan ve li leşkeran dane. Dîsa komek cuda ya leşkeran bi çekên giran hatine hedefgirtin. Danê êvarî jî artêşa TC qada çalakî da ber hewan, obus û tankan. Di şer û çalakiyên li vir hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin.

BESTA HAT BOMBEKIRIN

3’yê Gulanê danê êvarî saet 22.40’an balafirên şer gundê Xirbikê, Bestê û girê Mewjikê yê girêdayî qada Besta ya Şirnexê bombe kirine. Di van êrîşan de bax û bexçeyên gundiyan zerar dîtine.

Ev 3 rojên dawî artêşa TC ji qereqolên Çelê Nimeja û Gundikê Melê bi navber li qada Bestayê dide.

OPERASYONA LI LICÊ VEKIŞIYA

2’yê Gulanê artêşa TC li qada Şehîd Serxwebûna a girêdayî navçeya Licê ya Amedê dest bi operasyonekê kiribû. Di vê operasyonê de balafirên şer û helîkopterên Kobra bi awayekî dijwar li qadê dan. Piştî bombekirinan, helîkopterên Skorsky leşker danîn qadê, operasyon 3’yê Gulanê danê nîvro saet 12.00’an vekişiyaye.

Duh me dabû xuyakirin ku di çalakiya gerîlayên me li navçeya Pîran a Amedê li dar xistibûn de têkîliya me bi gerîlayekî me ve qut bûye. Bi gerîlayê me re dîsa têkîlî hatine danîn û bi awayekî saxlem gihiştiye yekîneya xwe.

LI BEDLÎSÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

3’yê Gulanê li hember yekîneyên artêşa TC yên li qada Şehîd Mîzgîn a girêdayî Bedlîsê di nav xebatên operasyonê de bûn, saet 22.50’an Tîma Tolhildanê ya Şehîd Xebat Şoreş ji 2 baskan çalakî li dar xist. Bi qasî bi çav hate dîtin 2 leşker mirin. Piştî çalakiyê jî leşkeran ketober li erazî gule reşandine.

LI HEMBER QEREQOLA KIRMIZI KOPRU YA PÎLEMÛRÎ ÇALAKÎ

3’yê Gulanê saet 18.30’an hêzên gerîlayên me li hember qereqola Kirmizi Kopru ya girêdayî navçeya Pîlemûrî ya Dersîmê ji 2 baskan çalakî li dar xistin. Baskê yekem kulubeya nobedê kir hedef û li vir leşkerek kuştin. Baskê duyem jî Wesayîtek Dag Geyîgî kirin hedef û çeka A-4 ya li ser vê wesayîtê bi temamî rûxandine. Ev çalakî ji aliyê Tîma Tolhildanê ya Şehîd Firat hatiye lidarxistin.”

2 GERÎLAYAN JIYANA XWE JI DEST DAN

HPG’ê da xuyakirin ku 19’ê Nîsanê li Qada Gabar a Şirnexê di encama bomberdûmanên hewayî yên artêşa Tirk de 2 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane.

Nasnameyên gerîlayan wiha ne:

Nasnav: Kendal Ararat

Nav û Paşnav: Harûn Daşdemîr

Cihê Jidayikbûnê: Agirî

Navê Dayik û Bav: Bedîa - Kadîr

Dîrok û Cihê Şehadetê: 19’ê Nîsana 2016’an/Şirnex

 

Nasnav: Amara Devrim

Nav û Paşnav: Dîlber Ceylan

Cihê Jidayikbûnê: Agirî

Navik Dayik û Bav: Salîha - Eren

Dîrok û Cihê Şehadetê: 19’ê Nîsana 2016’an/Şirnex