Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem (Mexmûr) ji bo gêrîla Husên Orek (Cîger Goyî) ku di 18'ê gulana 2001'ê de li Heftenînê jiyana xwe ji dest da bû, mewlûd hat dayîn.
Malbata gêrîlayê HPG'ê Husen Orek (Cîger Goyî) li wargeha penaberan ya Şehît Rûstem mewlûd da. Di mewlûdê de endamê Saziya Malbatên Şehîdan Cemal Cizîrî li ser jiyan û kesayetiya gêrîla Cîger Goyî axifî. Cizîrî di serî de behsa girîngî û wateya meha gulanê kir û anî ziman ku, yek ji pêşengên Tevgera Azadiya Kurdan Hakî Karere û wiha got:
"Husen Orek di temenekî biçûk de tevlî nav Tevgera Azadiya Kurdistan bû. Beriya jiyana xwe ji dest bide bi 7 sal berê birîndar bibû. Tevî vê jî li çiyayên Kurdistanê Têkoşîna Azadiyê berdewam kiriye. Cizîrî axaftinên xwe wiha berdewam kir: "Heval Cîger piştî ku birîndar bû çû Qada Serokatî perwerde dît. Bi israr xwest careke din vegere welat û têkoşîna xwe berdewam bike. Heval Cîger vegeriya welat û weke gaziyekî li çiyayên Kurdistanê Têkoşina Azadiyê berdewam kir. Heval Cîger di konferanda HPG'ê de nîşaneya "Sembola Kedê" wergirtiye. Heval Cîger hevalekî evîndarê Rêber, Tevger û gelê xwe bû. Di 18'ê gulana 2001'ê de di pevçûneke dijwar a hember dewleta dagirker a Tirk de çû şehadetê. Em tu caran van şehîdên xwe ji bîr nakin."
Pişt re pismamê gêrîla Cîger Goyî Mihemed Orek li ser navê malbatê axaftinek kir. Mihemed Orek jî anî ziman ku, gêrîla Cîger hîn di temenê xwe yê zarokatiyê de dilsozê Rêberê Gelê Kurd bû û axaftinên xwe wiha berdewam kir. "Şehîd Cîger ji gel û Serokatî pir hez dikir. Heta şehadetê jî bi serbilindî têkoşîna xwe berdewam kir. Em bi şehîdên xwe ser bilind. Bîjî Serok Apo, şehîd namirin."
Biraziyê gêrîla Cîger Goyî Ahmed Orek jî nameya li ser navê malbatê ku di naveroka wê bi giştî têkildarî dilsozî û girêdana malbatê ya bi Rêberê Gelê Kurd, Tevgera Azadiyê û cangoriyên Kurdistan bû xwend. Helbesta li ser gêrîla Cîger Goyî ku nivîsandibû jî xwend."
Piştî axaftinan girseyê dirûşmayên "Bîjî Serok Apo" û "Şehîd Namirin" berz kirin.