Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Cahît Kutluk (Bawer Hekarî) ê ku li çoltarê navçeya Tetwanê ya Bedlîs jiyana xwe ji dest da li Goristana Kurubaşê ya Wanê ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Cahît Kutluk (Bawer Hekarî) ê ku di 7'ê gulanê de li çoltara navçeya Tetwanê ya Bedlîsê jiyana xwe ji dest da li taxa Xaçortê ya Wanê wecîbeyên olî hatin bicihanîn. Piştre darbesta bi alên PKK'ê hate pêçan û bi meşê birin Goristana Kurubaşê.
Parlementerê BDP'ê Ozdal Uçar, Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Wanê Cuneyt Canîş, Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş, Dayîkên Aştiyê û endamên DOKH'ê û bi hezaran kes tevlî merasîma cenaze bûn. Girseya ber bi goristanê ve dest bi meşê kir posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayên HPG'ê û alên PKK'ê hildan.
Di meşê de dirûşimên "Bê Serok jiyan nabe", "Şehîd namirin", "PKK tolhildan" û "Erdogan kerdogan tu qurbana Ocalan" hatin berzkirin. Li goristanê alên PKK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Piştî cenaze spartin axê rêz hate girtin. Serokê Şaxa MEYA-DER'ê ya Wanê Îbrahîm Alkan, diyar kir ku 30 salin şereke qirêj berdewam dike û wiha got: "Em hevalê xwe Cahît veşart. Em perçeyeke xwe veşarat berpirsiyarê vê yekê AKP ye."
Bavê Kutluk Bahrî Kutluk, spasî ji welatiyan kir û wiha got: "Bila hemû kes heqê xwe helal bike. Înşallah ev dê bibe şehîdê me yê dawî." Xwîşka Kutluk Zehra Kutluk jî wiha got: "Birayê min tenê şehîdê me na şehîdê hemû Kurdistanê ye." Piştîre Kutluk hinêya anî li kevirê gorrê xist.
UÇER: ÇIMA EM WAN NAPARÊZIN
Piştî axaftina bi hezaran kes careke din dest bi meşê kir û hatin taxa Xaçortê. Li vir Parlementerê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçar axivî û diyar kir ku di demên dawî de gelek şehîd hatin, tecrîda li ser Ocalan giran dibe û hikûmeta AKP'ê operasyonan li hemberî gelê kurd û gerîlayan pêk tîne û wiha got: "Divê em berê xwe bidinê. Çima em Ocalan û gerîlayên xwe dikin çeper naparêzin. Ev çi rewş e. Çima em heval û rêhevalên xwe naparêzên. Êdî divê em bi rihê serhildan û berxwedanê derkevin qadan."