Gelek cihên girîng ên Hesekê ji hêzên rejîmê hatin paqijkirin
Li Hesekê, şervanên YPG/YPJ û hêzên Asayîşê gelek nuqteyên girîng ji hêzên rejîmê paqij kirin.
Li Hesekê, şervanên YPG/YPJ û hêzên Asayîşê gelek nuqteyên girîng ji hêzên rejîmê paqij kirin.
Li gorî agahiyên ji herêma şer hatine wergirtin, şervanên YPG/YPJ û hêzên Asayîşê yên berê xwe dan Xaçerêya Panorama, xaçerê bi temamî kontrol kirin. Navenda Sotemeniyê Stkopê ya li başûrê vê xaçerêyê ye, ji hêzên rejîmê hat paqijkirin. Di şerê li vir de 21 leşker û çeteyên rejîmê hatin kuştin.
Li derdora goristana taxa Xwêranê jî şervanên YPG/YPJ û hêzên Asayîşê bi 500 metreyên din bi pêş ve çûn û li vir 3 leşkerên rejîmê û çeteyek kuştin. Her wiha 6 jî birîndar kirin û cenazeyên 2 ji wan ketin destê şervanan. Di şerê li vir de 2 şervanên YPG'ê bi sivikî birîndar bûn.
Wekî din, di şer de agir bi avahiyeke hêzên rejîmê ket û 6 leşkerên rejîmê û çeteyekî li vê avahiyê hatin kuştin. Hejmarek ji hêzên rejîmê jî birîndar bûn. Di şer de hêzên Asayîşê avahiyek rejîmê bi dest xistin. Endamekî Asayîşê di vî şerî de bi sivikî birîndar bû.
Li taxa Neşwa Rojhilat jî şervanên YPG/YPJ û hêzên Asayîşê 9 avahiyê bilin ji leşker û çeteyên rejîmê paqij kirin. Hejmara mirî û birîndarên rejîmê yên li vir nehat zelalkirin.
Şerê li bajêr dewam dike.