Gelek ambûlans sewqî Fermandariya Tumena Şirnexê hatin kirin

Li Şirnexê êrîşên hêzên dewletê yê li hember taxên berxwedanê berdewam dikin. Şer li 5 taxên berxwedanê dijwar dibin. Şer 12 saetên dawî li Taxa Bahçelîevlerê zêde bûne. Gelek ambûlas sewqî Fermandariya Tumenê hatin kirin.

Şerên hêzên dewletê di roja 52. de li Şirnexê didome. Şer di navbera hêzên YPS/YPS-JIN û tîmên taybet de berdewam dike. Şer li Taxên Gazîpaşa, Îsmetpaşa, Cûmhûriyet, Yenî û Bahçelîevlerê dijwar dibin. Agahiyên zelal ji şer nehatin girtin, bi taybet li Taxa Bahçelîevlerê şer bi çekên giran dewamin.

Gelek ambûlas sewqî cihê bûyerê hatin kirin, hat dîtin ku ambûlans ber bi 23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan ve çûn. Ambûlansên ku ji Tûmenê rabûn ber bi Cizîrê ve ketin rê.