Li Şirnexê ‘qedexeya derketina derve’ ji 14’ê Adarê ve berdewam dike, konên ku gel ji bo ku xaka xwe bernede, lê dima, ji hêla polîsan ve hate şewitandin. Wekîla HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk got, gel bi biryar e ku xaka xwe bernede.
Bîrlîk bal kişande ser salên 90’î ku dewletê dixwest ji bo ku gelê Şirnexê koçber bike dixwest Şirnexê vala bike û diyar kir hişmendiya wan a dij Kurd neguheriye. Bîrlîk diyar kir, îro jî êrîşan li dijî Kurdan bi berxwedanê hatiye pûçkirin û got, ‘’Hedefa niha ew e ku Şirnexê vala bikin û bêmirov bikin. Dixwazin gelê Şirnexê ji axa wê bikin, li çar aliyên Tirkiyê belav bikin û bi vî awayî polîtîkayên xwe yên qirkirinê pêk bînin. Ev ji salekê zêdetir e ku gelê Botanê li dijî hemû êrîşan li ser piyan e û li ber xwe dide. Vê berxwedanê di hikûmeta AKP’ê û Serokkomarê Tirk de rê li ber hêrsa tinekirinê vekiriye.’’
‘ERDOGAN BI HÎSA TOLHILANÎNÊ ÊRÎŞÎ GELÊ ŞIRNEXÊ DIKE’
Bîrlîk got, konên ku li Dêrgulê hatin danîn berdewama berxwedana gelê Şirnexê ye û diyar kir, li konan berxwedana gelê Şirnexê didome û vê rewşê tehammul nakin. Bîrlik diyar kir, ji bo ku Şirnex bibe navçe nîqaş hatiye destpêkirin, her çendî li parlamentoyê nehatibe pejirandin jî ev mijar hê nehatiye girtin. Bîrlik got, ‘’hikûmet ji bo ku aboriya Şirnexê biqedîne, niha projeya navçeyê li hêlekê daniye. Berxwedana gel bi awayekî li pêş nîqaşa navçeyê bû asteng. 2009-2010’an dema ku Erdogan hate Şirnexê gel bi giştî bertek nîşan da. Li ser vê, Erdogan di gelek daxuyaniyên xwe de got, ew ê berteka li dijî wî ji bîr neke û îro bi hêrsa tolhildanê êrîşî Şirnexê dike’’
‘GELÊ ŞIRNEXÊ WÊ JIYANA NÛ AVA BIKE’
Bîrlîk diyar kir, bi pêşîlêgirtina siyasetê dixwazin komkujiyên mezin pêk bînin û got, bi berxwedana xwerêveberiyê gelê Kurd planên ku dixwestin werin pêk anîn taloq kiriye. Bîrlîk bal kişande ser gotina Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê, Mehmet Tûnç ku gotibû, ‘’Me çok nedanî û em ê çok nedeynin’’ û wiha got, ‘’Gelê Şirnexê û hemû gelê Kurdistanê li pişt gotina Mehmet Tûnç li ser piyan e. Ti niyeta gelê Şirnexê, Hezexê û Cizîrê nîn e ku dev ji berxwedanê biqerin. Ev biryardarî hikûmetê har dike. Li dijî projeya ku AKP bi navê TOKÎ’yê dixwaze pêk bîne, helwesta gel zelal e. Gelê Şirnexê li derve jî bimîne wê li wan malan rûnene. Hikûmet di vê projeyê de asê bûye û nikare tevbigere. Şirnex wê nebe goriyê rantê û em ê li dijî vê li ber xwe bidin. Li dijî projeya ku biryara gel tê de nîn e, hêrsa gel mezin e. Me bi xwe jî li derdorên nêz xanî dabîn kirin lê gel got,’’Em ê ji vir neçin’’ Em diyar dikin, divê em li dor daxwaza gel bicivin û qedexe di nêz de rabe. Gelê Şirnexê hovîtiya bi ser wê de hatî wê qet ji bîr neke û wê jiyana nû ava bike û rê nede hikûmetê.’’