Gelê Şedadê: Li dijî êrîşan em ê xaka xwe biparêzin

Şêniyên herêma Şeddadê li dijî dagirkirina Rojava ya ji hêla dewleta Tirk ve meşek li dar xist û diyar kirin ku ew ê xaka xwe li dijî dagirkeriyê biparêzin.

Gelê Şedadê li dijî dagirkeriya Tirk meşek li dar xist. Meşa ku kolana sereke dest pê kirî heta bi Meydana Şehîdan dom kir. Di meşê de pankarta, ‘’Ereb, Kurd, Sûryanî em hemû yek in, em hemû fedaîyên xaka Sûriyê ne’’ hate vekirin. Piştî ku girse gihaşte meydanê yek ji rûspiyê êla El – Mehasên, Silêman Derwîş axaftinek kir û got:

’LI KOBANÊ DAIŞ HEBÛ?’

‘’Dewleta Tirk li dijî destkeftiyên QSD’ê û Meclîsa Leşkerî desteka xwe ya li çeteyên DAIŞ’ê zêde kiriye’’ û diyar kir Tirkan û komên çete yên bi piştevaniya Tirkan bi êrîşa li ser Cerablûsê plana dagirkeriyê pêk anîne û pirsî, ‘’Li Kobanê DAIŞ hebû?’’ Derwîş diyar kir, dewleta Tirk dixwaze xaka Sûriyê parçe bike û bang li qada navdewletî kir ku li dijî vê dengê xwe derxîne.”

 ‘ÇERXA DAGIRKERIYÊ YA OSMANIYAN DEWLETA TIRK DIGERÎNE’

Piştî Derwîş Hevserokê Meclîsa Gel a Şedadê Nîda Salih diyar kir, çerxa dagirkeriya Osmanî ku têk çûye, niha dewleta Tirk digerîne. Piştî axaftinan ciwanên Şeddadê diyar kirin ew ê heta dawiyê xaka xwe biparêzin. Meş bi dirûşmên ‘’Bijî berxwedana gel’’, ‘’bijî berxwedana QSD’ê’’ bi dawî bû.