Gelê Roboskîyê doz li DYA'yê vedike

Gelê Roboskîyê doz li DYA'yê vedike

Piştî nûçeya “Bi piştgiriya îstîxbaratê ya DYA’yê operasyona Roboskiyê ya bû sedema mirina 34 kesên sivîl pêk hat” a rojnameya Wall Street Jouralê, hat belavkirin, gelê Roboskiyê xwe amade dikin ku doz li DYA’yê vekin. Parlementerên BDP’ê Kaplan û Kurkçu ji ANF’ê re axivîn û diyar kir ku divê DYA’yî jî bêne darizandin.

KAPLAN: DIVÊ DOZGERÎ TAVILÊ DEST BI HEWLDANAN BIKE

Parlementerê BDP’ê yê Şirnexê û Cîgirê Serokê Koma BDP’ê Hasîp Kaplan, nûçeya “Bi piştgiriya îstîxbaratê ya DYA’yê operasyona Roboskiyê ya bû sedema mirina 34 kesên sivîl pêk hat” a rojnameya Wall Street Jouralê, ji ANF’ê re nirxand û diyar kir ku vê yekê hikûmeta AKP û Serfermandariya Artêşa Tirk jî derewîn derketin û riswa bûn. Kaplan got; "MÎT’ê hema di dema komkujiyê de got ‘Em ne di nava vî karî de ne’. Piştre Serokwezîr jî heman tişt got. Îro jî aşkere bû ku rast negotine” û wiha domand; "Li holê îstîxbarateke derekî heye. Em ji destpêkê ve digot. Em digot îstîxbarat ji Îsraîl an jî DYA’yê girtine. Balyozê DYA’yê Francis Ricciardone jî ragiahdibû ku ew der barê mijarê de daxuyaniyek nade û bal kişandibû ser nepeniya bûyerê."

Kaplan got ku rojnameya li Amerîkayê vana hemû zelal kir û wiha pêde çû; "Ev yek tiştek pir zelal aşkere dike; Li holê îstîxbaratek şaş heye. DYA’yê îstîxbarata şaş daye rayedarên li Tirkiyeyê. Divê dozger vana hemûyan lê bikole. Kê vê rayeyê girt ser xwe, kê tomar kir? Divê ev aşkere bibin."

'PIŞTÎ GIRTINA ÎSTÎXBARATÊ JI HIKÛMETÊ KÊ FERMAN DA?'

Kaplan diyar kir ku divê dozger vana hemû lêkolîn bike û bixe ber lêpirsînan. Parlementerê BDP’ê Kaplan got; “Divê were zanîn ka ji hikûmetê kê vê fermanê da û heta kîjan pîlot pêk anî, tiliya kê din nav de hebin, divê hemû aşkere bibin. Ji ber ku aşkere bû ku hemû agahiyên heta niha hikûmetê dane ne rast in.”

MALBATÊN MEXDUR DIKARIN DOZÊ LI DYA’YÊ VEBIKIN

Kaplan bang li xizmên kesên di komkujiya Qilabnê jiyana xwe ji dest dane û parêzerên ku hakÎmê hiqûqa navneteweyî ne kir û got dikare doz li DYA’yê vebibe û wiha go: “Divê malbat mafê xwe yê gilîkirina DYA’yê bikin. Ji bo hevkariya parêzeran divê demildest dest bi hewldanan bikin. Divê lêpirsîna navneteweyî bê destpêkirin. Parêzerên ku hiqûqa navneteweyî dizanin hene. Divê dozê li Amerîkayê vebikin.”

KURKÇU: AŞKERE BÛ KU NE XETAYA QEDEMEYE JÊR E

Parlamenterê BDP’ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu jî wiha got: “Ev yek pir aşkere ye, fermandariya giştî rastiyan vedişêre. Ya yekemîn kesên ku îstixbarat dane û kê gundî çima kuştine ye. Li gorî rojnameya DYA’yê îstixbarat DYA’ê bi xwe girtiye. Ev bûyer ne xeteya qedemeya jêr in. Em niha fêm dikin ku dewlet bi awayekî aşkere tevli mekanîzmayê bûne. Pirsgirêka sereke divê em ji ber çav nerevînin. Yanî mesele ne ku ji bi dewletê hatiye, mesele çi bi gundiyan hatiye. Lê divê hemû kesên berpirs bê darizandn. Ji xwe DYA’yê bi xwe ev aşkere kiriye. Ji bo Amerîka bê darizandin divê em bikevin hewldanan.

MAFÊ LI DYA’Ê DOZ VEKIRIN

Qanûna Sûc a Biyanî ku di sala 1789’an de li DYA’yê kete meriyetê û bi salan tenê li ser kaxizê ma, di demên dawî de tê pêkanîn. Qanûn dibêje ku kesek li DYA’yê bijî û li derveyê welat dikare doz li DYA’yê vebike. Ne şert e ku mirov welatiyê DYA’yê bin.

Mînak Papu li Yenî Gîneyê di sala 1988’an de di serhildana ku rabûn de helîkopter û wesayîta leşkerî ya şîrketa Rîo Tînto bikaranîbû. 15 hezar kes di komkujiyê de miribûn. Der barê komkujiyê de li girava Bougaîvîlle li ser navê kesên herêmê li DYA’yê doz li şîrketa Rîo Tînto vekiribûn. Dozê 11 salan berdewam kiribû. Ji Rîo Tînto bi mîlyonan dolar tazmînat hatibû xwestin.