Li navçeya Rewandiz duh bi armanca piştgiriya çalakiya birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên ji doza PKK’ê û PAJK'ê gelê Rewandizê bi meşeke girseyî helwesta dewleta Tirk şermezar kir. Gelê Rewandizê bi çalakiyê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwest.
Şevê din li navçeya Rewandizê ya Hewlêrê bi armanca piştgirîdayîna çalakiya birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên ji doza PKK’ê û PAJK’ê çalakiyek girseyî hat li darxistin. Çalakî bi meşekê li ber dibistana amadeyî ya navçeya Rewandizê destpê kir û heta navenda bajêr dewam kir. Bi hezaran kes û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî tevlî çalakiyê bûn. Xwendevanên navçeya Rewandizê jî bi girseyî tevlî meşê bûn.
Piştî kû meş gihişt navenda bajêr li vê derê ji aliyê qeymaqamê navçeyê û nûnerên partî û rêxistinan ve pêşwaziya çalakvanan hat kirin û di derbarê armanca çalakiyê de daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de ji rayedarên başûrê Kurdistanê hat xwestin ku helwesta xwe li hemberî bê dadî û hovîtiya dewleta Tirk, bi awayek eşkere bidin nîşakirin kû hewildanên çareseriyê ji bo daxwaza girtiyên siyasî kû 65 rojin di çalakiya birçîbûnê de ne bidin eşkere kirin. Di peyamê de daxwaza azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hat kirin.
‘TIRKIYE HELWESTEK HOVANE DIDE NÎŞAKIRIN’
Gelek kesayetên navdar beşdarî çalakiya piştgiriya ji bo girtiyên siyasî bûn, ji wana endamê polîtburoya Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Hîwa Selîm fikrên xwe bi vî awayî anîn ziman: “Wek dilsoziyek bi girtiyên siyasî yên ku ketine çalakiya birçîbûnê, gelê navçeya Rewandizê weke gelê hemû bajar û navçeyên din yên Kurdisanê li serpiyane û helwesta xwe ya li hember kiryarên û sekna dewleta Tirk dide nîşakirin. Mixabin dewleta Tirk helwestek hovane dide nîşakirin û daxwazên wan yên mafdar û yên mirovane ji nedîtî ve tê û her ku diçe tecrîtê li ser girtiyên siyasî tundtir dike. Bi vê armancê jî, gelê Rewandizê jibo çalakiyên girtiyên siyasî û hemû çalakiyên kû di berjewendiyên netewa Kurd de tên lidarxistin piştgiriya xwe didîn nîşakirin û serkeftinê jibo hemû gelê Kurdê azadixwaz dixwazin.”
Endama Partiya Demokrata Kurdistana Îranê Minewer Huseyîn jî wiha axivî; “Ez wek jinek ciwan ya Rojhilatê Kurdistanê piştgiriya xwe jibo girtiyên zindanê ku 65 rojin di çalakiya birçîbûnê de ne, didim nîşakirin.”
BILA ERDOGAN DERSAN JI SEDAM HUSÊN DERXE
Rojnamevan Mihemed Resûl jî bi vê bûneyê hestên xwe wiha anîn ziman; “Em dixwazin demek ji ya din zûtir rejima Erdogan biryarek derbêxe ku ev girtiye bitaybet Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev 13 sale di zîndanê de dibin tecrîtê de ye, rêya azadiyê jêre were vekirin. Em bang li Erdogan dikîn tu çiqas tund û tijî li ser gelê Kurd bidî pêkanîn jî, lê tenê bigeha asta tund û tîjiya ku dîktator Seddam Husên li ser gelê Kurd dida meşandin. Lê dawiya xwe di qefesê de dît û hat darvekirin. Ji Erdogan re dibêjîn pêwiste tu guh bidî dengê gelê Kurd û bi şêweyek aştiyane û demokratîk pirsgirêka gelê Kurd çareser bikî û bila gelê Kurd jî weke hemû gelê cîhanê bikare bi awayek azad bi zimanê xwe yê dayîkê bi axive û ji hemû mafên xwe yên netewî sûd werbigire.”