Gelê Geverê li hember êrîşên li dijî ‘şehîdgehan’ meşiyan
Êrîşên li hemberî ‘şehîdgeh’ên gorên gerîlayên PKK û HPG'ê lê ne, li navçeya Gever a Colemêrgê bi meşekê hatin protestokirin.
Êrîşên li hemberî ‘şehîdgeh’ên gorên gerîlayên PKK û HPG'ê lê ne, li navçeya Gever a Colemêrgê bi meşekê hatin protestokirin.
Di çarçoveya konsepta şer a hikûmeta şer a bi maskeya AKP’ê, êrîşên hêzên dewleta Tirk ên li dijî “şehîdgeh”ên gorên HPG û PKK’yiyan lê ne, li navçeya Gever a Colemêrgê bi meşekê hat şermezarkirin. Di meşa ku ji aliyê pêkhateyên Meclîsa Civaka Demokratîk a Geverê ve hat organîzekirin, rêveberên HDP, DBP û hevşaredarên navçeyê jî amade bûn. Meş li navenda sûkê destpê kir.
Girse ber bi Şehîdgeha Ormanê ve meşiya, pankarta, "Em êrîşên çeteyên AKP'ê yên li ser goristanên me şermezar dikin" vekirin û dirûşmên, “PKK gel e, gel li vir e”, “Bijî xwerêveberî” û “Qatil AKP” gotin.
Piştî meşê rêz hate girtin. Piştre Hevberdevkê Meclîsa Civaka Demokratîk a Geverê Şerafettîn Dede diyar kir ku di her olî de ji cenazeyan re hurmet heye û wiha got: “Lê li Gimgimê, gorên aîdî PKK’yiyan hatin texrîbkirin. Ji mirovatiyê nesîbê xwe negirtine. Tevahî polîtîkayên wan ev in. Li hember polîkayên wiha, gelê Kurd neçar e xwedî li xwerêveberiyê derkeve.”
'BI VAN ÊRÎŞÊN LI SER NIRXÊN GELÊ KURD SÎNORÊN EXLAQ DERBAS KIRINE'
Hevberdevkê Meclîsa Gel Denîz Bulbul jî destnîşan kir ku bi van êrîşên li ser nirxên gelê Kurd sînorên exlaqê hatiye derbaskirin û wiha axivî: “Ji milekî îşkenceyan li şehîdên me dikin, ji milekî din jî goristanên me texrîb dikin. Ti ferqa wan û çeteyên DAIŞ’ê tineye. Di bin her şert û mercî de gelê Kurd wê wek Cizîrê, Geverê û Farqînê li ber xwe bide.”