Gelê Êlihê binçavkirina wekîlên xwe şermezar kir

Gelê Êlihê binçavkirina Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag û parlamenterên HDP'ê bi çalakiyan şermezar kir.

Gelê Êlihê li ber avahiya HDP'ê ya Êlihê kom bûn û binçavkirina Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag jî di navde 12 parlamenterên HDP'ê bi girseyî şermezar kir. Girseya ku li ber avahiya HDP'ê ya Êlihê kom bûn bertekên xwe anîn ziman. Di çalakiyê de Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran û Saadet Beceriklî, endam û rêveberên HDP, KJA, DBP yên Êlihê amade bûn. Girseya ku li ber avahiya HDP'ê kom bûn pankarta "Dest nede vîna min" vekir û siloganên "Em wê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin. Jinan jî bi tilîliyên xwe êrîş û binçavkirin şermezar kirin. 

Li ser navê komê Hevserokêk HDP'ê yê Êlihê Îkram Îrgî daxuyanî da diyar kir ku kew li dijî tu zext û zordariyan paşve gavan navêjin û wiah got: "Em wê li dijî zilm û zextan heta dawî di ber xwe bidin. Tu kez nikare me ji têkoşîna xwe dûr bixe." 

EM Ê TENÊ HESAP BIDIN GEL 

Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran jî anî ziman ku dibe îro hevalên wan hatibe girtin û wiha got: "Em li vir in. Werin me jî bigirin. Em wê tenê hesab bidin gelê xwe. Em hesap nadin kesên din. Lê hûn ê çawa hesap bidin? 

We Wekîlê DEP'ê Orhan Dogan girt û bi salan di zindanê de hişt. Lê têkoşîna gelê Kurd dîsa heta îro hat. Ger ku hûn dixwazin gelê Kurd ji doza wê dûr bixin hûn xwe dixapînin. We gelê Cizîrê di kolanan de qetil kir. Lê îro jî hûn wekîlên gel dixin zindanan. Em wê têkoşîna xwe berdewam bikin.”