Gelê Dihokê banga raya giştî ya Kurdistan û cîhanê kir

Gelê Dihokê banga raya giştî ya Kurdistan û cîhanê kir

Li Dihokê bi armanca piştgirî dayîna çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK'ê li gel saziyên sivîl û demokratîk kom bûn û daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de bang li Parlementoya Hikumeta Başûrê Kurdistanê, Serokê Hikumeta Başûrê Kuridstanê, partî û rêxistinên sivîl û raya giştî ya Kurdistanê hate kirin.

Li bajarê Dihokê bi tevlîbûna rêkxistinên civakî yên bajarê Dihokê yekem car bi armanca piştgirî dayîna girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê ku 65 roje di çalakiya birçîbûnê de ne, çalakî hat li darxistin. Gele Duhokê diyar kir ku, êş, tekoşîn, berxwedan û pirsgirêka Kurdên Bakûrê Kurdistanê weke pirsgirêka netewî ya gele Kurdistanêye û di heman demê de weke pirsgirêka xwe dîbîne û jibo wê jî piştgirî dide çalakiyên Kurdên Bakûr û helwesta xwe bi awayek herî rûn û eşkere dan diyar kirin.

Li cihê çalakiyê daxwaznameyek kû ji 14 xalan pêkdihat hat xwendin û di naveroka beyan namê de, bang li Parlemena Herêma Kurdistanê, Serokê Hikumeta Başûrê Kurdistanê, nûnerên partî û rêxistinên siyasî û civaka sivîl, raya giştî ya Kurdistanê hat kirin ku helwesta xwe bi awayek rûn û eşkere li hember bêdengiya dewleta Tirk û raya giştî ya cîhanê nîşan bike.

Di daxuyaniyê de ji Parlementoya Başûrê Kurdistanê, Hikumeta Başûrê Kurdistanê, raya giştî ya Kurdistan û Cîhanê ev daxwaz hatin kirin:

1- Em piştevanî û hevdengiya xwe ji bo hemû daxwazên wan kesên ku li zîndanên Tirk ketine çalakiya birçîbûnê didîn nîşakirin.

2- Em hemû maf û daxwazên hêz û aliyên Kurdan yên li Bakûrê Kurdistanê rast û rewa dîbînîn û alîkarî didîn daxwazên wana.

3- Em daxwaz ji hukumeta Tirkeye dikîn kû van daxwazên rewa û asayî çareser bike û birêya aştiyane û diyalogê pirsgirêka gelê Kurd çareser bike.

4- Em daxwaz dikîn ku destora Tirkiyê bê guhertin û hukumeta Tirkiyê raste rast li gel tevgera azadîxwaza Kurdî bikevin diyalogê û hemû girtiyan azad bike.

5- Daxwaz ji tevayî hêzên navnetewî û rêkxistinên mirovan û dostên demokrat dikîn ku piştevaniya van mirovên ketine çalakiya birçîbûnê û daxwazên rewa yên Kurdan bike.

6- Daxwaz ji Emerika, Îsraîl û welatên Ewropî dikîn ku hemû alîkariya xwe ya aborî, leşkerî û teknolojî ya jibo Tirkiye rawestînin ji ber ku ew piştevanî kirine ji bo Tirkiye ya li ser hisaba xwîna Kurdane.

7- Daxwaz ji parlementoya Başûrê Kurdistanê û hikumeta Başûrê Kurdistanê dikîn ku helwesteke zelal û rûn neteweyî, mirovatî beramber doza Kurdî li bakûrê Kurdistanê wergirin û bibin alîkar û piştevanên çareserkiriyek aştiyane jibo doza Kurdî li bakûrê Kurdistanê.

8- Em daxwaz dikîn hikumeta Başûrê Kurdistanê Konsolosa Tirkiye ya li Hewlêrê bigre û balyozê wan bang hêşt biket.

9- Em dixwazîn hikumeta Başûrê Kurdistanê li ber gelê Kurdistanê nebe asteng û rê bide gelê Kurdistanê ku bi hemû awayekê hest, soz, helwest û viyana xwe û îradeya xwe jibo Kurdên bakûr diyar bike.

10- Em ji gele başûrê Kurdistanê daxwaz dikîn kû çi tiştekê Tirkiye nekirin û ji hikumetê jî daxwaz dikîn ku şîrketên Tirkiyê yên li başûrê Kurdistanê derbixin.

11- Em dixwazîn hikumeta Başûrê Kurdistanê ji wan 500 hezar îmzayên ku ji bo derxistina leşkerên Tirkiye ji Başûrê Kurdistanê hatine komkirin rêz bigire û demek ji ya din zûtir dem dezgahên Tirkiyê ji Başûrê Kurdistanê derbixe.

12- Em bang li tevayî gelê Başûrê Kurdistanê dikîn yeketiya xwe ya netewî xurt tir bike zext li ser partiyên siyasî were çêkirin heta di bin sêwana netewî de kom bibin û Kurdistan bi tevayî azad bibe û destkeftiyên dîrokî ji dest me neçin.

13- Em daxwazê ji tevayî Kurdistaniyan dikîn asta tekoşîn, berxwedan û xebata siyasî, civakî, demokrasi bilind bikin û li girtiyên di çalakiya birçîbûnê de ne xwedî derkevin, ji ber ku ew nûnertiya îradeyek azad, resen ya tekoşîna gelê Kurd dikin.

14- Em daxwazê ji gele Kurdistanê dikîn kû bi çi awayî neyên leyîstoka dewleta Tirk û Erdogan û partiya wî (AKP) weke Sultanên xwe nebînin û li hemberî komployên wan şiyarbin.