Gelê Daqoqê li dijî krîza li Başûr banga têkoşînê kir
Şêniyên Daqoqê, li dijî krîza aboriyê ya li Başûrê Kuristanê banga têkoşîna hevpar kirin. Daqoqiyan gotin, "Li hemberî van krîzan divê em bibin yek deng û yek reng."
Şêniyên Daqoqê, li dijî krîza aboriyê ya li Başûrê Kuristanê banga têkoşîna hevpar kirin. Daqoqiyan gotin, "Li hemberî van krîzan divê em bibin yek deng û yek reng."
Krîza aboriyê ya li Başûrê Kurdistanê, di dema dawî de tehdeyeke mezin dide gel. Şêniyên Daqoqê, li dijî krîza aboriyê ya li Başûrê Kuristanê banga têkoşîna hevpar kirin.
'DIVÊ GEL RABE SER PIYAN'
Ji şêniyên Daqoqê Alî Dîrej got, "Ji ber krîza aboriyê ya heyî, gelê me bi taybetî jî ciwan gelekî tengav in. Ji ber nebûna derfetan ciwan Başûrê Kurdistanê diterikînin û neçar dimînin biçin Ewropayê. Bêplaniya hikûmetê dibe sedem ciwan berê xwe bidin derveyî welat."
Dîrej işaret bi sedema bingehîn a krîza aboriyê kir û got, "Em hînê tiştên amade bûne. Bêyî ku kedekê bidin, em dixwazin her tişt bikeve destê me. Em bi destê xwe tiştekî nakin. Çavên me timî li hikûmetê ye, hikûmet jî me ber bi şert û mercên zehmet ve dehf dide." Dîrej diyar kir, li şûna helwestê nîşan bidin ciwan berê xwe didin Ewropayê û got, "Eger dixwazin tiştekî bikin, ancax li vir bikin. Li hemberî van krîzan divê em bibin yek deng û yek reng. Ancax em bi hev re pêşî li van krîzan bigirin. Ji ber ku ji destekî deng dernakeve. Pêwîste temamiya gelê Başûrê Kurdistanê vê qebûl neke û rabe ser piyan."
'PÊWÎSTE EM JI XAKA XWE SÛDÊ WERBIGIRIN'
Qasim Abdullah jî krîza aboriyê weke "pirsgirêka herî mezin" pênase kir. Abdullah got, "Krîza aboriyê yek ji mezintirîn pirsgirêkên derketiye pêşiya gelê li Başûrê Kurdistanê. Ji ber ku em hemû bi hikûmetê ve girêdayî dixebitin û wekî din ti hatineya me nîne. Ji ber vê yekê gel birçî ma ye. Hêvîdar im planeke hikûmetê ya ji bo rizgariya ji vê krîzê heye. Divê gel jî ji xwe re bingeheke cuda ya kar bafirîne. Pêwîste em bi xwe jî li vir kar bikin û planên me yên ji bo siberojê hebin. Divê her tiştên me ne di destê hikûmetê de bin. Ji ber ku yekane çavkaniya debara me di destê hikûmetê de ye, krîz rû didin û em birçî dimînin. Pêwîste em karibin ji xaka xwe sûdê werbigirin. Divê çavên me ne li welatekî din be."