Welatiyên ji bo 5 cenazeyên gêrîlayan yên di 5'ê Mijdarê de li Çiyayê Cûdî jiyana xwe ji dest dabûn, derketin Çiyayê Cûdî û cenaze wergirtin, di vegerê de ji aliyê leşkeran ve hatin dorpêçkirin. Helîkopteran leşker sewqî herêmê kirin û dorpêça leşkeran didome.
Di 5'ê Mijdarê de li Çiyayê Cûdî operasyon pêk hatibû. Di operasyonê de şer derketibû û di şer de 5 gêrîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî vê yekê rêveberên BDP'ê yên Şirnexê û malbatan serî li dozgeriyê dan û bi sedan kes ji bo cenazeyan wergirin derketin Çiyayê Cûdî. Bi sedan kesên ku di demjimêrên serê sibê de derketin lûtkeya Çiyayê Cûdî cenaze wergirtin, cenaze danîn ser milê xwe û anîn Newala Merûya. Leşkeran li vir pêşiya malbat û welatiyan girt û destûr nedan ku cenazeyan daxin. Piştî leşkeran pêşiya welatiyan girt, helîkopteran jî gelek leşkerên din sewqî herêmê kirin û dora welatiyên ku cenaze daxistin dorpêç kirin.
Rêveberên BDP'e diyar kirin ku, wan xwestine cenazeyan bi maşîneyan radestî dozgeriya komarê bikin, lê leşkeran destûr nedaye wan û xwestine bi helîkopteran cenazeyên gêrîlayan bibin Fermandariya Tabura Şirnexê. Leşkeran destûr nedan ku malbat cenazeyan bi maşîneyan bibin dozgeriyê. Rawestîna komê didome.