Gel noqteya leşkerî ya Qamişlo û Amudê bi dest xist

Gel noqteya leşkerî ya Qamişlo û Amudê bi dest xist

Gelê Rojavayê Kurdistanê ku li piraniya bajaran rêveberî girtine destê xwe, li bajarê Qamişlo jî, noqteya leşkerî ya li ser riya Amudê ji destê hêzên rejîmê girt.

Di saetên nîvro de yekîneyên parastina sivîl û komek qelebalix a welatiyan, çûn noqteya kontrolê ya leşkerî ku li derketina bajarê Qamişlo li ser riya Amudê ye.

Yekîneyên parastina sivîl û gel, piştî demekê bêyî ku xwîn bê rijandin, noqteya kontrolê ji destê leşkeran girt. Leşkerên rejîmê ji herêmê dur ketin, li aliyê din gel jî keyfxweşiya xwe anî ziman.

9’ê mijdarê Kurdan li bajarê Dirbêsiyê û Tiltemûra ku Kurd, Ereb û Asurî lê dijîn bi temamî xistibûn bin kontrola xwe. Hêzên rejîmê yên ku bi saetan di dorpêça Kurdan de man, neçar man ku ji bajêr derbikevin. Di vê demê de jî tiliya tu kesekî jî xwîn jê nehatibû.

LI SERÊ KANIYÊ KOMKUJÎ

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, saet derdora 10.00’an de helîkopterên rejîma Sûriyê li ser Taxa Mehetê ya Serêkaniyê ku hêzên Artêşa Azad çend roj beriya niha ketibûnê, geriyan. Hate ragihandin ku piştî helîkopteran jî balefirên şer hatin û tax bombebaran kiriye. Hate ragihandin ku balefiran herêma Esfel Necar ku berê leşkerên rejîmê lê bûn jî bombebaran kiriye. Li gorî çavkaniyên herêmê, di bombebaranê de bi dehan endamên Artêşa Azad hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne. Hate ragihandin ku Artêşa Azad kuştî û birîndarên xwe birine navçeya Serêkaniyê ya bakurê Kurdistanê.

Hate hînbûn ku di bomberanê de 10 malên derdorê ku ji berê de hatibûn valakirin jî hilweşiyane. Her wiha di bomberanê de 2 ji wan zarok 6 kes welatiyên kurd jiyana xwe ji dest da û 27 kes jî birîndar bûn. Navên kesên ku jiyana xwe ji dest dane ev in:

Elî Mela, Dinya Mela Derwêş, zarokên bi navê Evdil Ezîz Xilo û leyla Xilo, dayika herdu zarokan Şevîn Xilo û Ciwan Necmeddîn Evdirehmen. Ji welatiyên ku jiyana xwe ji dest dane cenazeyên kesan li Serêkaniyê hatin definkirin, cenazeyê 3 kesan jî birin Nexweşxaneya navçeya Serêkaniyê ya bajarê Rihayê.

Ji kesên birîndar bûne hinek birin Nexweşxaneya bajarê Rihayê ya Bakûrê Kurdistanê. Ji kesên birîndar ên ku navên wan hatine hînbûn jî ev in: Ela Casim, Taha Cemşîd û Îsa Mela Derwêş

Hate ragihandin ku piştî vê bombebaranê balefirên şer vê carê herêma Tel Xelef bombebaran kirine. Tê gotin ku li Taxa Mehetê û herêma Tel Xelef wekî baregeha Artêşa Azad tê bikaranîn.