Endama Kovara Truske ya Jinan Şeyda Nadir diyar kir ku sedemên bûyerên li Başûrê Kurdistanê diqewimin dîrokî ne û got ku gel xizan birçî û belengaz e, azadiya raman, mafê jin, ciwan û mamostayan tê binpêkirin.
HESRET AMED/DEVRÎM AMED
RANYA/ANF
çarşem, 21 kewçêrê 2015, 07:00
Endama Kovara Truske ya Jinan Şeyda Nadir diyar kir ku sedemên bûyerên li Başûrê Kurdistanê diqewimin dîrokî ne û got ku gel xizan birçî û belengaz e, azadiya raman, mafê jin, ciwan û mamostayan tê binpêkirin.
Şeyda Nadir endama Kovara Truske ya Jinan a li Başûrê Kurdistanê derdikeve li ser azadiya raman û binpêkirina mafê demokratîk, azadiya civak karker û jinan ji ANF’ê re axivî.
Nadir diyar kir ku bingehên hemû pirsgirêkê Başûrê Kurdistanê dîrokî ne û wiha dewam kir: “Têkoşîna ku gelên Başûrê Kurdistanê û Iraqê salên dirêj dan ji bo azadî û demokrasiya civak û gelan bû. Gelê Başûrê Kurdistanê di pir ceribandinên jiyanî re derbas bû. Pir hêzên xwînmij û desthilatdar di vir de derbas bûn û pir pergal jî hatin avakirin. Bi salên dirêj û heta îro ew kesên ku dixwazin desthilatdariya xwe bidin avakirin hê jî destên xwe ji Başûr nekişandine û lîstikên xwe didomînin.”
‘NIFŞA KU KOMKUJÎ NEDÎTÎ YE NÎNE’
Endama Kovara Truske Nadir diyar kir ku bi salên dirêj e jin dayik û zarok bûne qurbana van desthilatdariyên xwînmij û wiha dirêjî da axavtina xwe: “Hemû nifşên ku jiyane di nav van qeyranan de derbas bûne. Ev qirkirinen ku ji aliyê çandî, fizîkî û fikrî ve rû dane pir dijwar derbas bûne. Ev plan hemû li ser çanda gel û hebûna wan rû dane. Ger evqas lîstik li ser nehatina jiyandin û bandorbûn nehata çêkirin dikaribû bi her awayî rewşeke pir aram û azad bijiya. Gelên Başûrê Kurdistanê têkoşîna ku da meşandin ji bo mafê azadî û demokrasiye bû. Lê mixabin ev rewşa ku rojane tê jiyandin berevajî vê ye. Çima gel bertekên xwe xurt nîşan nadin nakoki bi mirov re çêdike. Ev kes çima bê xem in û dengên xwe nakin. Di asteke de pir karên xwe ji tiştan naynin. Karên xwe ji pir bêmafiyan naynin wek ku ne karê wan be, lê dema ku ti lê mêze dikî dibînî ku ev têkoşîna ku hat dayin bi armanca xwe ve nehat domandin. Têkoşîna ku gelên bindest da meşandin, ji bo ku hinek bibin xwînmij nebû. Lê niha desthilatdaran herî zêde ji bo ku bibin xwînmij ev destketiyên gel bi kar tînin.
‘LI BAŞÛRÊ KURDİSTANÊ AZADIYA RAMANÊ NÎNE’
Nadir destnîşan kir ku li Başûrê Kurdistanê azadiya ramanê nîne û wiha domand: “Tevî têkoşîna bi salan jî azadiya ramanê nîne û hişmendiya ku rê bide azadiya ramanê jî nîne. Ji ber bo ku ev desthilatdariya ku heye, rê li pêşiya ramanê venake. Lê gel têkoşîna xwe ji bo pêşeroja azad da û niha jî berevajî vê rewş pêş dikeve azadiya ramanê hatiye çewisandin. Li ser ezmûnên gel bi derew û xerabiyan perdeyek pêş xistin û xwe wek xwediyê hemû tiştan dan nîşandan.”
‘XIZMETA DERVE DIKIN A GEL NAKIN’
Nadir got ku desthilatdarên Başûrê Kurdistanê xizmetkarên hêzên derve ne û ne yê gel in û wiha dewam kir: “Hemû derfetên di deste hikûmetê de ne û ji hêzên derve re pêşkêş dike. Lê gel û kedkar jî birçî ne. Rayedarên Başûrê Kurdistanê bi vî awayî gel xapandin û têk birin. Ev xapandin bi mudaxeleya Amerîka ya Iraqê ve destpê kir. Ew bombeyên ku Amerîka avêt êrîşa li ser çanda gelê Başûrê Kurdistanê bû. Tişta ku dixwaze civaka Başûrê Kurdistanê di nav xwe de bifetisîne û bixapîne pergala sermayedar a hêzên derve ye. Pergala û hişmendiya kapîtalîzmê hem ciwan û hem jî jin di nav xwe de dixapîne û difetisîne. Bi taybetî jî çanda kurdewarî di nav xwe de dihelîne. Mudaxeleya Amerîka bi her awayî li ser Başûrê Kurdistanê tê kirin. Cihekî ku desthilatdarî ji bo berjewendiyên xwe kar bike û fikarên takekesî hebe, di wir de fikir û ramana azad jî nîne. Dengên kesên azadîxwaz jî nîne. Ji ber ku hêdî hêdî hemû civakê di nav xwe de dixeniqînin. Rengê jin ciwan û zarokan jî dixeniqînin. Ev rengê desthilatdariyê ye.”
‘DESTHILATDAR WEKHEV IN’
Nadir diyar kir ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi kiryarên xwe ji dewletên derve jî xerabtir e û wiha domand: “Ji ber ku rewşa desthilatdariyên Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê wek hev in. Ev rewşa ku rû dide û pirsgirêkên ku hene weke hev in. Niha hikuûmeta Herêma Kurdistanê li ser navê Kurdî û bi zimanê Kurdî bêmafiyên ku li ser gel dimeşîne wek dijminê gel e. Yên ku agahiya wan ji Başûrê Kurdistanê nîne dibêjin, dibe ku azadiya fikrî hebe. Dema ku mirov ji nêzve mêze dike ti ferq di navbera desthilatdarên mêtingera axa Kurdistanê û yê derve nînin.”
‘PIRSGIRÊK AZADIYA CIVAKÊ YE’
Nadir bal kişand ser pirsgirêkên rojane yê ku rû didin û wiha got: “Niha li Başûrê Kurdistanê aloziya bê peretiyê heye. Ev demeke dirêj e xwepêşandan tên meşandin û meş tên kirin. Ev pirsgirêk hemû bi hev ve girêdayî ne. Ti caran azadiya jin li Başûrê Kurdistanê nehatiye misogerkirin. Lewma Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dibêje, ‘Şoreşa Başûrê Kurdistanê Şoreşa jin e.’ Ji ber ku ya herî kole maye jin û civak e. Bê ku şoreşa vin ava bibe, mirov nikare bêje ku gavek bingehîn hatiye avêtin. Mafê zarok, jin û ciwanan nîne. Her kes di nav qeyranên de dijîn. Gazinên xwe dikin, lê dengê xwe nagihînin derve. Ev qeyrana ku niha tê jiyandin pir berfireh û bi rêk û pêk e. Ji ber ku jiyan ji gel re nemaye. Ew partiyên ku xwe aligirê gel dibînin jî zêde alîkariya gel nakin. Divê ji bo azadiya gel xwedî plan, proje û perspektîfan bin.”
‘GEL JI DEWLEMENDIYA KURDISTANÊ SÛD NAGIRE’
Endama Kovara Truske Nadir bibîr xist ku ev demeke dirêj e meaşên mamosteyan nehatiye dayin û wiha berdewam kir. “Ev xizaniya ku tê jiyandin balkêş e. Ji ber ku gelê Başûrê Kurdistanê pir feqîr û xizan dijî. Pereyê nifta Kerkûkê ya heyveke têra hemû gelê Başûrê Kurdistanê dike. Ev hêz hem pereyên gel didizin û hem jî alikariya ku ji derve tê nadin gel û didizin. Hem keda mirovan dixwin û hem jî dewlemendiya Başûrê Kurdistanê nadin gel. Mamosta pir belengazin û bê meaş in. Ev jî bi çalakiyan dixwazin denge xwe bigihînin gel û saziyên demokrat”
‘EM PIŞTGIRÎ DIDIN MAMOSTEYAN’
Nadir anî ziman ku piştgiriya çalakiya mamostayan dikin û got: “Divê ku mamosta bi sendîkayan û komeleyan xwe bi rêxistin bikin û mafê xwe biparêzin. Ev bertek di heman demê de li hemberî desthilatdariya Barzanîye. Tevî hemû nerazîbûnên gel jî Barzanî bi israr desthilatdariya xwe didomîne. Ji ber ku pirsgirêk bi parlamentoyê ve girêdayî ye. Pir kes dixwazin ku pergala Başûrê Kurdistanê bibe, pergala parlamento, ji ber ku dema pergal bibe, pergala parlamento, wê hin bêhtir azadî misoger bibe. Wê deme wê pirsgirêkên azadiya ramanê jî werin çareserkirin. Wê gel bi xwe nûnerên xwe di parlamentoyê de hilbijêre û wê qeyran qeyranên civakî û aboriyê kêm bibin. Wê demê wê her reng û deng karibin wekhev bijîn. Niha hewldanên mamostayan hene, lê divê ku encam bigrin. Mûçe heqdestiya karê te yê rojane ye. Lê dema em ji aliyeke din vê mêze dikin, dengê neteweyan tê birîn. Jin di asteke herî jor de koledariyê dijî û rojane dibin desthilatdariyê de dijî. Her roj jin xwe dişewitînin, di temenek biçûk de tên zewicandin û sunetkirin. Ji aliyê din ve jî, ciwan berê xwe didin dewletên derve. Demokrasiya Barzanî wek a Erdogan e. Ev desthilatdarî, xwînmijî û koledariyê ferz dike. Gel bi birçîbûnê terbiye dikin.”
‘RISTA MAMOSTE Û REWŞENBÎRAN GIRÎNG E’
Nadir got ku erka herî bingehîn dikeve ser mile rewşenbîr û mamostayan û wiha axivî: “Divê ku hemû mamoste di ferqa û cewazbûna vê pergalê de bin. Gelek mamosta û rewşenbîrên hêja li Başûrê Kurdistanê hene. Divê ku rista xwe ji her aliyan ve bilîzin. Ji ber ku ev hemû civak dixwazin pir tiştan bikin, lê Barzanî tirsek jî daye avakirin, divê ku jîr û zanayên civakê ti caran netirsin. Dema ku mirov bijî divê ku azad bijî dema ku jiyaneke koledarî bê jiyandin ti wateya wê nîne. Divê mamosta ji bingeh ve desthilatdariyê red bikin. Divê mamoste û rewşenbîrên me hewl bidin ku meseleyê ji bin ve dest bigrin. Ne bi tenê ji bo mûçe, koça gencan, aborî û pirsgirêka jin û meseleyên neteweyan meseleyên herî sereke ne. Divê ku van meseleyan hemû bi rengekî yekgirtî werin dest girtin. Bila hewldanên xwe xurt bikin azadiya genc û jin bidin pêş û dengê wan bigîhînin her derê.”
ÊRIŞA LI SER KNN Û NRT DIJBERIYA DEMOKRASIYÊ YE
Nadir got ku êrîşa li ser sazî û dezgehên ragihandinê yên wek KNN û NRT en şermezar dikin û wiha domand: “Desthilatdarî êrîşên mezin li ser KNN û NRT kir. Ji ber ku desthilatdar naxwazin gel desthilatdariya wan bibihîse û kiryarên wan zanibe. Gelek caran li ser RojNews jî êriş hatin kirin û malperên wan hatin girtin. Herî dawî jî êrîş li ser KNN û NRT hatin kirin. Em vê êrîşê şermezar dikin. Divê rojnamevan jî bi pîvanên xwe yên azad rûpêça van desthilatdariyan bixînin. Divê erkên xwe baş bi cih bînin. Niha desthilatdar dixwazin rojnamevanên xwe bi cih dikin. Divê ragihandin bibe ya gel û serbixwe be. Desthilatdar tiştên ku bixwazin wan didin belav dikin û gel pê dixapînin. Ji ber ku sazî û dezgehên ragihandinê, ji bo wan bi xeter in. Heta niha jî, bi qasî ku em bûne şahid û rojnamevanên ku hatine şehîd xistin sedema wan rastî gotin û azad fikren xwe anîna ziman bû. Ji bo wê jî pêwîstî bi berxwedan û têkoşîneke mezin heye ku dengê azadiyê her tim bilind bike.”
DIVÊ REWŞENBÎRÊN JIN LÊKOLÎNÊN XURT BIKIN
Nadir bal kişand ser rista rojnamevanên jin û wiha axivî: “Divê rojnamevanên jin pirsgirêkên jin û ciwanan lêkolîn bikin û li ser bisekinin. Ji ber ku rojnamevan bi fikir û ramanên azad dijîn. Divê ku bi fikir û ramaneke azad tevbigerin. Bi rengekî formalîte divê rojnamevan kar nekin. Dem dema hebûn û nebûna gel û neteweyan e. Ger rojnamevan jî hewldana xwe ji bo mayin û nemayinê be, tê xwestin ku erka xwe ya dîrokî jî bilîzin. Heta niha li Başûrê Kurdistanê tevî ku jin pir têne kuştin jî, ti hewldanên rêxistinên jin nînin. Ev jî bi weke lewaziyeke mezin mirov dikare bibîne”
KUŞTINA JINÊ BIRÎNEKE BI XWÎN E
Endama Kovara Truske Şeyda Nadir bibîr xist ku beriya demek jinek ciwan ji aliyê bavê xwe ve hat kuştin û heta niha terme wê ji tirsa bavê wê ve nehatiye veşartin û wiha axivî: “Jinek ciwan ji aliyê bavê xwe ve li Parka Dayik hat kuştin. Hesabxwestina jinê pir lewaz bû. Diviyabû li ber derê asayişan û cihê ku tê xwestin jinan çalakiyan xurt bikirana. Termê wê jina ciwan ku hate kuştin heta niha jî, li morgê ye û kes newêre bibe veşêre. Bavê jina ciwan her kes tirsandiye û kesek xwedî lê dernakeve. Ragihandinê jê pir ev bûyer nexist rojeva xwe. Dema ku pirsgirêk dibe jin kes naxwaze bixe rojevê û lê xwedî derkeve. Hem bêdengiya rêxistinên jinan û hem jî ya ragihandinê dihêle ku bûyerên bi vî rengî zêde bibin. Em bang dikin ku saziyên jin û ragihandinê xwedî li jin derkevin û sedemê kuştina jinan lêkolin bikin û hesabên giran bixwazin”