Hevserokê BDP’ê nûçeyên ku dibêjin Serokwezîrê Tirk Erdogan dixwaze şaredariyên Amed, Şirnex û Wanê ji BDP’ê bigire nirxand û got; “Em jî dixwazin şaredariyên Parîs, Roma û New Yorkê bigirin, lê ev yek pir zor e. Çiqas ev şaredariyên ku em dixwazin zor û xeyal bin, girtina van şaredariyên ku Serokwezîrê dixwaze jî ewqas zor û xeyal in.”
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, di civîna serokên bajaran a partiya xwe de axivî û diyar kiribû ku şaredariyên Amed, Şirnex û Wanê dixwazin. Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş bi rêya çapemeniya civakî û bi daxuyaniyek kurt ji bo rojnamevanan bersiv da van gotinên Erdogan.
Demîrtaş diyar kir ku Serokwezîr şaredariyên Amed, Wan û Şirnexê dixwaze û got; "Em jî dixwazin şaredariyên Parîs, Roma û New Yorkê bigirin, lê ev yek pir zor e. Çiqas ev şaredariyên ku em dixwazin zor û xeyal bin, girtina van şaredariyên ku Serokwezîrê dixwaze jî ewqas zor û xeyal in. Em ê ji xwe Şaredariya Mêrdînê bigirin. Ger ew der bibe Bajarê Mezin, em ê bi hêsanî bigirin.”