FKÊ banga lezgîn li hêzên navneteweyî kir

Federasyona Komeleyên Êzidiyan li Ewropayê (FKÊ), darvekirina siyasetmedarên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar kir û banga çalakiya lezgîn li hêzên navneteweyî kir.

Federasyona Komeleyên Êzidiyan li Ewropayê (FKÊ), darvekirina siyasetmedarên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar kir û banga çalakiya lezgîn li hêzên navneteweyî kir.

Federasyona Komeleyên Êzidiyan li Ewropayê (FKÊ), der barê darvekirina girtiyên siyasî yên Kurd ji aliyê Îranê ve daxuyaniyeke nivîskî weşand û rejîma Îranê şermezar kir. FKÊ diyar kir kir ku îdam li gelemperiya cîhanê weke rêbaza herî tirsonek û barbarî ya tolhildanê tê dîtin û destnîşan kir, ku bikaranîna îdamê ji aliyê rejîma Îranê ve, çavkaniya xwe ji zîhniyetê rejîmê digire.

FKÊ ragihand ku rejîma Îranê bi bikaranîna darvekirinê weke rêbaza cezakirinê re nîşan da ku ti cudahiya xwe ji mejiyê DAIŞ'ê nîne û li hemberî darvekirinên gengaz bang li sazî, demokrat û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kir, ku bi awayekî çalak dest li rewşê werdin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ) de ev xal hat destnîşankirin:

"Em, îdamên rejîma Îranê bi tirsonekî û barbarî li dijî siyasetmedarê Kurd bicih tîne şermezar dikin û banga çalakiya lezgîn li tevahiya raya giştî ya navneteweyî dikin!

Rêbazên hov ên îdamê, ku Dewleta Îslamî ya Îranê bi salane li dijî girtiyên siyasî, bi taybetî jî girtiyên siyasî yên Kurd bikar tîne, karaktera esasî ya vê dewletê radixe pêş çavan. Dewleta Îranê ji aliyekî ve hewl dide nîşan bide, ku der heqê DAIŞ'ê de ew alîgirê masûm û mazlûmane, li aliyê din jî bi awayekî zelal radixe pêş çavan û ji aliyê cewherî ve ti cudahiya xwe ji vê rêxistina hov nîne.

Darvekirinên dawî, gengaziya pêkanîna darvekirinên nû derdixîne holê û dewleta Îranê li hemberî stratejiya gelê Kurd a hewl dide destketiyên xwe bi aştiyê mayînde bike, gelekî bi hêrs e.

Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, ku ji bo azadî, wekhevî, aştî û edaletê li dijî tevgerên ji mejiyê paşverû yê serdema navîn têdikoşe, girîng e êdî ji hemû hêzên demokratîk û humanîst ên navneteweyî, bi awayekî çalak û bi bandor destekê bibîne.

Divê were zanîn ku dewleta Îranê û rêxistina hov DAIŞ, ji aliyê mejî û pêkanînên xwe ve cêwiyên hev in, rûyê du aliyên heman madalyonê ne. Bi gotineke din, divê were zanîn ku dewleta Îranê, versiyona Şîa ya DAIŞ'ê ye.

Ji bo ev darvekirin werin protestokirin û pêşî li darvekirinên gengaz ên di deman pêş de were girtin, em bang li hemû sazî û rêxistinên demokratîk û mafên mirovan ên navneteweyî dikin, ku bi awayekî aktîf dest li rewşê werdin."