‘Fermandariya hevpar wê teqez DAIŞ têk bibe’
Gerîlayên di operasyona Celewla de cih girtin gotin, “Operasyonên Celewla û Şengalê ispat kir ku hêza parastina hevpar a Kurdan pir girîng e
Gerîlayên di operasyona Celewla de cih girtin gotin, “Operasyonên Celewla û Şengalê ispat kir ku hêza parastina hevpar a Kurdan pir girîng e
Gerîlayên di operasyona Celewla de cih girtin gotin, “Operasyonên Celewla û Şengalê ispat kir ku hêza parastina hevpar a Kurdan pir girîng e.”
23’ê Mijdara 2014’an navçeya Celewla ya ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû dagirkirin bi operasyoneke hevpar a hêzên pêşmerge û gerîlayan hatibû rizgarkirin. Gerîlayên di operasyona hevpar de cih girtibûn gotin, “Di nav vê sala ku derbas bû de pêşketinên li Kerkuk, Mexmûr, Şengal û Kelar nîşan daye ku Kurd di bin fermandariyeke hevpar de serketinên mezin bi dest dixin.”
Gerîlayê HPG’ê Elîşêr Malatya yê di operasyona azadkirina Celewla de cih girt, diyar kir ku hê tehlûke neqediyaye û hê jî herêmên di bin dagirkeriyê de hene. Malatya got: “Di bin banê fermandariya hevpar de hêzên Kurd wê teqez li hemberî DAIŞ’ê bi ser bikevin.”
WEK EGERA HÊZEKE KURDISTANÎ EM HATIN BAŞÛR
Gerîlayê HPG’ê Brûsk Şoreşger jî ku di heman operasyonê de cih girt diyar kir ku piştî Celewla li herêma Kerkukê jî berxwedana parastina hevpar didome, gelek gund û bajarok hatine azadkirin û got: “Li ser daxwaza gelê me û wek egera hêzeke Kurdistanî em hatin Başûrê Kurdistanê.”