Çeteyên El Nûsra, Ehrar El Şam û Nûreddîn Zengî, ev hefteyeke êrîşî giran dibin ser Taxa Şêxmeqsûd a Helebê ya di bin kontrola YPG/YPJ'ê de ye. Di van êrîşan de 1 jê zarok 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 15 sivîl birîndar bûn.
Êrîşên çeteyan çima zêde bûn? Li Şêxmeqsûd rewş niha çawa ye? Pêwêndiya dewleta Tirk bi van êrîşan re çi ye?
Fermandarê Giştî yê YPG'ê yê Helebê Rêzan Rojhat bi rêya telefonê bersiv da van pirsên me.
Em dizanin li Helebê di navbera çeteyan û YPG'ê de şer diqewime. Şer û pevçûn di kîjan astê de ne? Rûntîn e yan jî rewşeke taybet heye?
Di nava 2-3 mehên dawî de tacîzên wan hebûn. Dorpêç kiribûn. Ji aliyê El Nûsra û Ehrar El Şam ve rê hatibûn birîn. Ketin û derketa ji taxê asteng dikirin. Bi herêma tampon re ket rojevê. Ev hefteyeke jî di pratîkê de dest bi êrîşê kirine. Bi taybetî topên hawanê diavêjin. Car carna şer diqewimin. Ev hefteyeke bi vî rengî dewam dike, îro hînê jî dewam e. Bi giranî çekên giran bi kar tînin. Her wiha hêzên xwe li herêmê dicivînin. Ji derve hêzê tînin, eniyên xwe yên li dijî rejîmê vala dikin û hêzên xwe yên li wan cihan tînin vê derê. El Nûsra hemû mewziyên xwe vala kir û hêzên xwe kişand vê derê. Ev yek tê wê wateyê ku di nava rojek du rojek du rojan de planên wan ên êrîşeke berfireh heye. Bi rêya çapemeniyê jî hewl didin gel, bi taybetî gelê Ereb li hemberî me rake.
Ji bo zelalkirinê dixwazim careke din bipirsim. Bi plana dagirkeriyê ya Tirkiye di bin navê herêma tampon re dixwaze bike re, van êrîşan destpê kirin?
Belê. Li gorî plana wan a herêma tampon, beşek ji Helebê jî di nav de heye. Aşkera ye ku pêwendiya van êrîşan bi vê ve heye. Di destpêkê têkiliya bi Efrînê re birîn, dûre hêzên xwe li vê derê civandin. Nuqteyên derketina ji taxê qut kirin. Li nuqteyên kontrolê gelek mirov girtin.
Dewleta Tirk li kîjan aliyê vî planî ye?
Dewleta Tirk bi rêya tabûrên Sûltan Mûrat û Sûltan Fatîh ên ji Tirkmenan ava kiriye re, tifaqê bi El Nûsra û Ehrar El Şam re dike. Me tespît kir ku berî 2-3 rojan Tirkan cebilxane teslîmî van kirin.
Hûn dikarin hinekî din detayên vê bidin?
Cebilxaneya li 2 TIR'an bar kiribûn, şandin aliyê Helebê. Me ev tespît kirin. Ev cebilxane birin aliyê El Sakûr û Hûlûk ku El Nûsra lê ye. Di dema dawî de nêzîkatiyeke dewleta Tirk a weke 'Eger hûn li hemberî YPG'ê bibin yek wê alîkariyê bide wan, eger bikevin pozîsyoneke cuda wê nikaribe alîkariyê bigirin' hebû. Ti hêz û bandoreke Artêşa Azad a Sûriyeyê li Helebê nîne. Eniyeke bi temamî ji aliyên Îslamî pêk tê heye; mîna El Nûsra, Ehrar El Şam û Nûreddîn Zengî. Û Turkmen.
Li Helebê di navbera YPG û tûgayên Tirkmenan de şer qewimî?
Beriya her tiştî dixwazim vê bêjim. Ti pirsgirêka YPG'ê bi ti gelî re nîne. Tirkmen jî di nav de. Di nava YPG'ê de Ereb, Tirkmen, Xiristiyan hene. Ti pirsgirêka me bi van gelan re nîne. Li Taxa Şêxmeqsûd jî Kurd, Ereb, Tirkmen dijîn. Ti pirsgireka me bi gelê Tirkmen re nîne. Li hemberî hêzeke çekdarî ya bi navê Sûltan Mûrat ku eleqeya xwe bi dewleta Tirk re heye û ji aliyê dewleta Tirk ve tê destekkirin, şerê me heye. Nêzî hefteyeke şer diqewime, hinekî xwe diceribînin. Beriya niha rêyên me yên bi Efrînê re birîbûn. Rêyên derketina ji Helebê hatibûn girtin. Di du rojên dawî de bi beşdariya wan re, bi teknîka ji Tirkiyeyê wergirtine û alîkariya leşkerî re berê xwe didin taxê. Bi kurtasî heta niha şerekî me li hemberî Tirkmenan tinebû. Lê belê ev meheke li hemberî komên Tirkmen şerê me heye.
Gelo dixwazin Taxa Şêxmeqsûd bi temamî vala bikin?
Belê. Şêxmeqsûd di rewşa heyî de li Helebê cihekî ku gel dikare lê bijî û xwe tê de ewle bibîne ye. Dixwazin vê rewşê jî ji holê rakin. Dixwazin taxê vala bikin, dixwazin wê bi tenê bihêlin. Polîtîkayeke xwe ya bi vî rengî heye. Ji ber ku baweriya wan neda gel, me da gel. Ev bawerî jî zemîna hebûnê ya YPG'ê xurt dike.
Ev êrîş bandoreke çawa li gel dike?
Ji gelê sivîl 1 jê zarok 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 15 kes jî birîndar bûn. Lê belê gel li taxê ye. Ti niyeteke xwe ya derketina ji taxê nîne. Li dora YPG'ê civiya ye. Gelek daxwazî tê kirin ku li eniyên şer cih bigirin. Serî wê li ber van polîtîkayan neyê tewandin.
Herî dawî tiştekî hûn dixwazin bêjin heye?
Di çapemeniyê de tê îdîakirin ku me rêya Helebê birîne. Tiştekî bi vî rengî nîne. Ti pirsgirêka me bi gelê sivîl re nîne. Ji bo zerar negihêje gelê sivîl, ya ji destê me tê em dikin. Lê belê ji ber ku ew vê rêyê bi giranî ji bo armancên leşkerî bi kar tînin, em jî bersivê didin. Lewma rê ji ber hebûna wan hatiye birîn. 4-5 salan ti hewldaneke me li hemberî vê rê tinebû. Bi van êrîşan re yekane rêya diçe Helebê jî hat girtin.