Fermandarê YPG’ê Heleb: Şer bi hêzên rejîmê re neqewimiye
Fermandarê YPG’ê yê Şêx Meqsûd Harûn Heleb, diyar kir ku li derdora taxa Şêx Meqsûd di navbera hêzên YPG’ê û hêzên rejîmê de alozî hate jiyîn, lê heta vê gave ti şer neqewimiye.
Fermandarê YPG’ê yê Şêx Meqsûd Harûn Heleb, diyar kir ku li derdora taxa Şêx Meqsûd di navbera hêzên YPG’ê û hêzên rejîmê de alozî hate jiyîn, lê heta vê gave ti şer neqewimiye.
Fermandarê YPG’ê yê Şêx Meqsûd Harûn Heleb ê ku ji ANHA’yê re axivî diyar kir ku hêzên rejîmê dixwazin ku serdestiya xwe ya li herêmê zêde bikin û ji ber vê sedemê li derdora Şêx Meqsûd di navbera hêzên YPG’ê û hêzên rejîmê de alozî hatiye jiyîn.
Harûn Heleb herî dawî destnîşan kir ku hê jî alozî li derdorî Şêx Meqsûdê dewam dike, lê heta vê kêliyê di navbera hêzên wan û hêzên rejîmê de ti şer neqewimiye.