Fermandara YPJ'ê Denîz: Em amade ne 3 kantonên Rojava bigihêjînin hev

Fermandara YPJ'ê Azîme Denîz, operasyonên pêngava duyemîn ên li dû azadkirina navenda bajarê Kobanê, ji bo paqijkirina gundên kantonê tên meşandin, vegot.

Fermandara YPJ'ê Azîme Denîz, operasyonên pêngava duyemîn ên rizgarkirina gundên Kobanê vegot û got, "Di demeke nêz de em ê mizgîniya azadbûna çar aliyên Kantona Kobanê bidin. Gefa li dijî gel û ernîgariya Kurd ji ku bê bila were, em ê li dij bisekinin. Pêwîste be li Girê Spî (Til Ebyad), pêwîste be li Minbic, pêwîst be li Cerablûs. Ji bo gihandina hev a sê kantonên Rojava, em bi hêz û moraleke mezin amade ne."

Li dû azadkirina navenda bajarê Kobanê, ji bo paqijkirina gundan di 27'ê Çileyê de pêngaveke duyemîn a azadkirinê hat destpêkirin. Di çarçoveya pêngava duyemîn de gundên li eniyên rojava, rojhilat û başûr yek bi yek tên azadkirin. Çeteyên nikarin xwe li ber hêzên YPG/YPJ'ê bigirin, windahiyên giran didin. Der heqê pêngava duyemîn de Fermandara YPJ'ê Azîme Denîz ji me re axivî û destnîşan kir ku serketina Kantona Kobanê nêz e.

'DIREVIN SER SÎNORÊ TIRKIYEYÊ'

Denîz da xuyakirin ku Kobanê bi ruhê fedaî hatiye azadkirin û bibîr xist, ku heman piştî azadkirina navenda bajêr wan dest bi pêngava duyemîn kirine. Denîz ragihand ku di rojên destpêkê yên pêngava duyemîn de hemû nuqteyên stratejîk û gundên derdorê yên dikarin gefê li bajêr bixwin hatine azadkirin û got, "Li her sê eniyan operasyonên me yên serketî dewam dikin. Li hin cihan sîng bi sîng şer derket, lê belê me li her qadê ala xwe çikandin." Denîz diyar kir ku ji ber operasyonên wan ên bi bandor çeteyên li navenda bajêr hatine şikandin dest bi revê kirine û got, "Hin caran me dîtin ku çete reviyan aliyê Tirkiyeyê. Bi operasyonên xwe yên li rojava, rojhilat û başûr me firsenda êrîşê nedan çeteyan, em nadin. Operasyonên me dewam dikin."

'ME GAVEK JÎ BI PAŞ VE NE AVÊT'

Denîz da zanîn ku DAIŞ di nava parastina pasîf de ye û diyar kir ku çete ji gundên jê direvin mayînan diçîne. Denîz got, "Li hin gundan segvanan bicih dikin. Yanî hemû derfetên di destê xwe de bikar tînin lê nikarin xwe li ber taktîk û stratejiya me bigirin. DAIŞ niha berê xwe nade me, paşê xwe dide me û direve. Ev rewş ne nayê wê wateyê ku ew direvin, tê wê wateyê ku li pêşberî hêzên me nikarin bisekinin û şikestine. Ji ti nuqteya me serketin lê bi dest xistin, me gavek jî bi paş ve ne avêtin. Û me li cihê bi dest xistin, mewziyên xurt ava kirin."

'SERKETIN NÊZ E'

Denîz da xuyakirin ku ew heta bihosta dawî ya xaka Kobanê operasyonên xwe yên pêngava duyemîn dewam bikin û destnîşan kir ku ew li Kobanê di rewşa parastina çalak û êrîşê de ne. Denîz ragihand ku serketina Kantona Kobanê nêz e û got, "Çete wê nikaribin xwe li pêşberî biryardarî û vîna me rabigirin. Kêm maye em li teamamiya Kobanê serdest bin. Kêm maye pêngava me ya duyemîn bigihêje armanca xwe. Di demeke kurt de em ê mizgîniya azadbûna tevahiya xaka Kantona Kobanê bidin."

'PÊWÎST BIKE EM Ê BIÇIN TIL EBYAD, MINBIC, CERABLÛS'

Denîz diyar kir ku piştî serketina operasyona pêngava duyemîn, ew amade ne li her dijî li dijî gefa li hemberî gel û erdnîgariya Kurd bisekinin û got, "Eger pêwîst bike em ê biçin Girê Spî (Til Ebyad), Minbicû Cerablûs. Ku dibe bila bibe. Li her cihê êrîş li xak û gelê Kurd bibe, em amade ne gelê xwe li her derê biparêzin. Ji bo gihandina hev a her sê kantonên Rojava bi hêz û moraleke mezin em amade ne." Denîz hemû hêzên destek dan berxwedana Kobanê û tê de cih girtin silav kir û destnîşan kir ku serketin wê ya Kobanê û her sê kantonan be.