HEVPEYVÎN

Fermandara YJA Starê: Em ê vî şerî bikin şerê azadiya gelê Kurdistanê

Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Hemrîn Dersîm diyar kir, ew ê şerê heyî yê li Kurdistanê bikin şerê hebûn û azadiya gelê Kurdistanê û bang li gelê Kurd kir, ku di vê pêvajoya germ de hîn bêhtir xwedî li vîna xwe derkeve.

Fermandara YJA Star'ê Hemrîn Dersîm bal kişand ser pêvajoya ku ji mehên biharê ve destpê kiriye û anî ziman ku hê ji meha Adarê ve artêşa Tirk hema hema li tevahiya xetên sînor operasyon da destpêkirin. Ji ber wê jî gelek bajar û gundên Kurdistanê wek herêmên ewlekariyê îlan kirin. 

Endama Fermandariya Biryargeha YJA Starê Hemrîn Dersîm şerê giran ê li ser sînor diqewime, ji ANF'ê re nirxand.

Di serî de hûn hemla ku ji destpêka biharê hatiye destpêkirin çawa dinirxînin? 

Ji sala borî ve piştî 24 Tîrmehê, ango piştî êrîşên hewayî yên berfireh ên ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve pêk hatin û hemû qadên me yên Parastina Medyayê hedef kirin şerekî berfireh ji aliyê dewleta Tirk ve hat destpêkirin. Ji xwe wekî ku dewleta Tirk bi salan digot ku me ew tine kirin, ji sala borî de ev her anî ziman û wiha digot; "Heya ku gerîlayek jî bimîne em ê bi ser wan de biçin û wan tine bikin". Lê dema dîtin ku ev êrîşên wan encam negirt vê carê hewl dan ku di mehên zivistanê de cardin bi rêka êrîşên hewayî yên berfireh me tine bikin, lê ev plansaziya wan jî bi ser neket û dijberî vê ciwanên me yên Kurd ên şoreşger di qadên Bakurê Kurdistanê de li Cizîr, Sûr, Gever û Nisêbînê berxwedaneke bê hempa raber kirin. Pêvajo bi vî rengî pêş de çû. Vê carê dema dîtin ku dîsa nekarîn me tine bikin, ji destpêka biharê de dest bi operasyonên xwe yên li xetên sînor kirin.

Li gorî we bi çi armancê berê xwe dan xetên sînor?

Ji xwe yek ji armanca van operasyonên li ser xetên me yên sînor ew bû ku sînorên bakur û başûrê Kurdistanê ji hev qut bikin, bi riya vê jî têkiliya gel û gerîla jî bi temamî ji hev qut bikin. Vaye heya roja îro jî wek hun jî dişopînin ev êrîşên wan hêjî dewam dikin. Lê em vê jî bêjin, bi ruxmê ku bi mehane ev operasynên wan bi rengek lêhûrbûyî li xeta Şemzînan, Çelê û Oremarê didome, lê heya niha ti encam bi dest nexistine û li dijberî vê darbeyên pir giran jî xwarin. Lê em dibînin ku Dewleta Tirk hewl dide encamên operasyonê bi rêya şerê taybet veşêre û di nava civakê de tabloyek wisa xêz dike weke ku her diçin pêşde tên. Ji derveyî vê li gorî ku bi rojane tînin ziman diviyabû ku heya roja îro gerîlayek me li ser xetê sînor nemaba. Dewleta Tirk dixwaze bi vî rengî civakê bixapîne.  Lê wek hûn jî dişopînin gerîlayên me li her derê ji Xakurkê heya Avaşîn, ji Cîlo heya Çarçêla û heya Çelê gerîlayên me di çeperên xwe de ne û li dijî van operasyonan me gelek çalakiyên bi bandor li darxist. 

Dewleta Tirk şerê xwe yê sala 2016'an wek şerê mayîn û nemanê bi nav dike. Hûn vî şerî çawa dinirxînin, gelo dewleta Tirk bi van gotinên xwe ve çi armanc dike?

Rast e, gelek caran ev daxuyanî dan û bi vî rengî jî hemû hêza xwe xiste tevgerê da ku li ser xeta sînor encam bigre. Lê em bêjin, li hember vê ji biharê heya niha hêzên me yên gerîla bi fedekariyek mezin çeperên xwe parastin û gelek çalakiyên serketî li hember van êrîşan li darxistin. Hêzek me yê dînamîk û fedayî yê ku bê teredût bi ser dijminê xwe ve diçe heye. Gerîla weke berê nîne, êdî xwedî ezmûn e. Mînak niha me pergala parastinê ya artêşa Tirk bê bandor hiştiye. Mînak berê hema hema 24 seatan kobrayên wan her li ser xetên sînor di nava tevgerê de bûn, lê niha em dibînin ku newêrin kêmek jî xwe nêzî xetên me yên sînor bikin. Berê tank û topên wan ji pir milan de encam digirtin, lê niha ji ber çalakiyên me yên cihêreng newêrin di qadên di bin ewlehiya me de biçin û werin.

Ji ber wê, wek me di serî de jî anî ziman, hemû hêza xwe xiste tevgerê ji bo ku bikaribe encam bigre. Mînak carnan bi rojan li ser hev bê ku bêje roje an jî şeve bi dehan balafirên xwe ve êrîş dibir qadên me. Ji xwe şerê ku didin meşandin şerekî bê exlaqî ye, dikarin li hember gerîlayek me bi dehan qazanan bikarbînin. Lê ev êrîşên wan jî zêde encam nagre.

Lê, li gor propaganadaya wan divê niha kes ji gerîla nema ba. Ev jî tenê encamê polîtîkayên wan ên şerê taybet e. Ji xwe ti zerar nagihêje wan û zarokên wan, lê mînak me bi xwe ji nêze de şerê qada Ertûşê şopand. Hema em dikarin bêjin ku leşkerên xwe dişînin ji bo mirinê. Mînak, li cihê ku temasê leşkeran bi gerîlayan re çêdibe, bi rêya balafirên şer qazanên xwe yên bi tonan bi ser gerîla û leşkerên xwe ve dibarînin.

Yanî tevî ku leşkerên wan jî dibin hedef, wê jî didin ber çav û li leşkerên xwe jî didin?!...

Rast e, ji xwe weke we jî got, wan bi xwe gotibû ev ji bo me şerê hebûn û tinebûnê ye. Ji ber wê me dît ku li pir cihan bi sedan leşkerên xwe fedayê vê kir û bi dehan qazan û roketên xwe bi ser wan de dibarînin. Mînak li girê şehîd Cahîd hevalên me bi çavê xwe dîtin. Dema ku dizanibûn leşkerên wan birîndarbûne û nikarin şer bikin bi gule û hewanên xwe li birîndarên xwe dan û ew kuştin. Ev jî rastiya zihniyeta dewleta Tirk a zalim dide nîşandan.

Girêdayî vê nirxandina we, hûn dikarin qala şerê ku bi rojane li qada Ertûşê tê meşandin bikin?

Di şerê Ertûşê de gelek hevrêyên me yên ciwan bûn sembola fedekarî û qehremaniyê. Yek ji van hevalan jî hevrêya me ya bi navê Çîçek bû. Di şerê Ertûşê de heya nefesa xwe ya dawiyê bi cesaretek mezin şer kir û bi ser dijmin ve çû.

Şerê Ertûşê bi rojan dewam kir, lê di nava vî şerê dijwar de qet "Banga Çîçek" qut nebû. Bi tena xwe ji bo hemû hevalên xwe bû çavkaniya hêzê. Hemû ciwanên me jî bi vî rengî ne. Bila dewleta Tirk vê bizane, her gerîlayên me Çîçek in, her gerîlayên me Merwan û cesûr in û bi cesaretek mezin di çeperên xwe de şer dikin. Ev ruhê fedayî di giştî xetên sînor de bi vî rengî bû. Hem li qada Avaşîn, hem li xeta Çarçela, Oremar û Şemzînanê bi vî rengî bû.

Li gor me şopand artêşa Tirk li Şemzînanê şikiya, paşve kişiya û vê carê berê xwe da qada Ertûşê ya bi ser Çelê ve. Artêşa Tirk ragihand ku wê ev operasyonên wan heya 3 mehan dewam bike û armanca wan bi giştî sînor dagirkirine. Ji destpêka biharê heya niha ev operasyonên artêşa Tirk çiqas encam girtin?

Hem berxwedana hevalên me li Şemzînanê dan nîşandan, hem jî çalakiyên ku li qada Xakûrkê hatin li darxistin ev operasyona Şemzînanê pûç kir. Di şexsê hevrê Axîn Meşkan, Dîcle Amed, hevrê Riha û hevrê Mordem de berxwedanek bê hempa hat nîşandan. Ji xwe dîmenên wan çalakiyan jî di gerîla tv de hatin weşandin. Wek we jî dît hemû leşker an reviyan an jî hatin kuştin. Operasyona Şemzînanê bi vî rengî bi tarz û taktîkên dewlemend ve hat pûçkirin. Dema dîtin ku operasyona wan a Şemzînanê şikest, vê carê berê xwe dan Çelê qada Ertûşê. Ji xwe li qada Ertûşê heya vê kêliyê jî şerê dijwar diqewimin, li hember vê jî çalakiyên gerîlayên me jî didomin. Heta vê rastiyê bêjim, em nikarin ciwanên xwe bidin seknandin. Mînak roja ku me agahiya operasyona Ertûşê girt bi dehan ciwanên me berê xwe dan çeperên şer û xwestin di eniyên herî pêş de cihê xwe bigrin. Ev ruh, ruhê APO'yî yê fedayî dide nîşandan. Dibe ku dema leşker gerîlayan dibîne cihê xwe berdide û direve, lê hêzên me yên gerîla jî dijberî vê, di kêliyên şer de em nikarin wan bidin seknandin, bi israrek mezin dixwazin biçin qadên şer ên herî pêş. Ev vê dide nîşandan, ti hêz nikare bi rengek hêsane bikeve xaka me, ger ku hewl bide jî wê rastê vî ruhî fedayî yê ku ti carî rê ji hêzên dagirker re nade...

Bi salane Zap di bîra gelê Kurd de wek cihê lehengî û destanên qehremaniyê cih digire û di roja îro de jî ruhê hevrêyên me yên şehîd heman lehengî û heman destanên qehremaniyê ji nûve nîşandan. Lê mixabin ku artêşa tirk kuştiyên xwe înkar dike. Mînak leşker di qela Ertûşê de perîşan bûn. Êdî dengê qîrîna wan dihat û bi hawara balafirên şer dikirin.

Li hember van operasyonan gelek çalakiyên mezin ên hêzên gerîla çêbûn. Bi kêleka vê jî çalakiyên xweser yên gerîlayên YJA Star'ê dihatin li darxistin. Bi giştî wek hêzên YJA Star hun bi çi rengî tevlê şerê li ser xetên sînor bûn?

Di hemû çalakî û şerê qewimî de gerîlayên me yên YJA Star'ê cihê xwe di çeperên herî pêşde girtin. Êdî YJA Star di asta pêşengiya şer de xwe îspat kiriye. Wek şeravanên azadiyê erkên ku dikevin ser milê me em bi vîn û rengê xwe tevlî vê pêvajoya tekoşînê dibin. Me beriya vê qala qehremaniya hevrê Çîçek kir. Di Şemzînanê de jî hevrêya me Axîn Meşkan bû sembola nûjen a çanda berxwedaniyê. Hevrê Axîn seknek wisa raber kir ku, ji me hemûyan re bû mînak. Ji destê sibê heya êvarê, heya guleya xwe ya dawiyê şer kir, piştî ku guleyên wê xilas dibe mîna hevrê Bêrîtan çeka xwe dişikîne û xwe ji zinaran davêje. Teslîmiyet qebûl nekir, ev ruh vê mesajê dide dewleta Tirk a dagirker, tu nikarî gelê kurd, ciwanên Kurd û gerîlayên Kurd tine bikî. Ger tu hewl bidî, tu yê li hember xwe bi sedan Axîn û Çîçekan bibînî...
Heman tevlîbûna gerîlayên me yên YJA Star'ê li hemû qadên me xwe da pêş. Li qada Xakurkê sekna hevrê Dîcle Amed, li Avaşîn sekna hevrê Rûken û Amara, li Çarçêla sekna hevrê Diljîn û hevrê Kurdistan, herî dawî jî sekna hevrê Çîçek li qada Ertûşê ev da nîşandan. Jina Kurd wê ti carî dev ji çanda xwe ya berxwedaniyê bernede. Em wek jinên Kurd bi çanda xwe ve bi xaka xwe ve girêdayî ne. Em zû bi zû cihê ku me di ber de ked daye, bedel dane bernadin û dijberî vê ruhê berxwedaniyê her diçe bilintir dibe. Ev rastî leşkerên Tirk bi xwe jî anîbûn ziman, mînak di şerê Ertûşê de leşkerek birîndar wiha gotibû, di qela Ertûşê de jinek hebûye ewqas xurt şer kiriye ku bi ruxmê hemû êrîşan dev ji çepera xwe berneda. Raste hevrêya me Çîçek li Ertûşê dijmin xiste tengasiyê, ji ber wê cesaret nekirin ku pêşde bên.

Êrîş li her derê bi dijwarî tên meşandin. Li ser Rêberê gelê Kurd jî tecrîdek giran heye, li hember vê jî gelek çalakiyên we hatin li darxistin. Hûn vê tecrîdê bi çi rengî dinirxînin û ji vir û pê ve wê helwesta we ya li hember vê tecrîdê çibe?

Di serî de em bi xwe jî kêfxweşbûn ku me silavek ji Rêberê xwe girt, lê vê jî bêjim, divê gelê me rihet nêz nebe, ji ber em hemû jî dizanin ku hewldanên Rêbertiya me yên aştiyane herdem pêş ketin. Heya roja îro jî ev hewldanên Rêber APO didomin, em jî wek şervanên vê xetê dixwazin bi vî rengî bi erkên xwe rabin. Lê wek ku her kes jî dît ku dewleta Tirk dewletek wisa ye ku xwedî li soz û gotinên xwe dernakeve û bi komployan dixwaze me tune bike û welatê me dagir bike. Lê divê dewleta Tirk bizane ku ew bi van êrîşên xwe ve, bi tecrîda li ser Rêberê me ve bi agir dileyîzin. Divê herkes vê bizanibe dema ku mijar dibe Rêbertiya me ji bo gelê Kurd, ji bo me jî rawestandin namîne û li her qadê çalakiyên me zêdetir dibin.

Yanî hûn dibêjin ger ev rewş wisa bidomin, wê çalakiyên we jî zêdetir bibin?

Helbet wê çalakiyên me zêdetir bibin û wê xurtir jî bê meşandin. Bila qet dewlet kêfxweş nebe. Çiqas êrîş dijwar bibin wê berxwedanî jî bi dehan qetan zêdetir bibe. Di vê mijarê de em ti carî dudiliyê najîn. Ji ber wê jî em wek şervanên gelê xwe erkên ku ji me tê xwestin emê heya dawî pêk bînin. Wek hêzên parastina gel em bikaribin bi ruhek fedayî emê heya nefesa xwe ya dawiyê şer bidin meşandin. Lê divê gelê me rihet tevnegere û weke ku hevdîtin çêbû hertişt temame. Divê em bi heman ruhî têbikoşin û Serokatiya xwe azad bikin. Yanî heya ku serokatiya me azad nebe teqez em ê jî tekoşîna xwe xurtir bidin meşandin. Em di vê baweriyê de ne ku her kes peyama Rêbertiyê rast fêhm kiribe û li gor wê tevbigere.

Di dawiyê de wek encam der barê şerê ku heya roja îro diqewime û hûnê ji vir û pêve vê pêvajoyê çawa rêvebibin û ger hebe peyamek we em li we guhdar bikin?

Wek me di serî de da raber kirin em di pêvajoyek germ re derbas dibin. Her çiqas gelê me êşên kûr dijî, divê em bi hev re mil bi mil xwedî li tekoşîna xwe derkevin. Eger dijminê me dibêje em îsal şerê hebûn û tinebûnê didin, em jî vê dibêjin, em ê vî şerî bikin şerê hebûn û azadiya gelê Kurd û Kurdistanê. Divê gelê me jî di vê pêvajoyê de ji her demê zêdetir xwedî li vîna xwe derbikeve û rê nede ku dewlet dest dayne ser vîn û nirxa tekoşîna bi dehan salan. Em ê jî wek gerîla heya dawî di çeperên xwe de li ber xwe bidin û heya ku em azadî bi dest nexin yek kêlî jî em tawîz ji têkoşîna xwe nadin. Di vê bingehê de em serketinê ji hemû gelê xwe yê têkoşer û berxwedêr re dixwazin.