Fermandar Gabrîel: Em ber bi dilê DAIŞ'ê Reqayê ve dimeşin
Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî Kîno Gabrîel diyar kir, pêngava rizgarkirina Reqayê wê rêveçûna şerê li Sûriyeyê diyar bike.
Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî Kîno Gabrîel diyar kir, pêngava rizgarkirina Reqayê wê rêveçûna şerê li Sûriyeyê diyar bike.
Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî Kîno Gabrîel, damezrandina QSD'ê û qonaxa duyemîn a pêngava rizgarkirina Reqayê ji ANF'ê re nirxand.
Gabrîel bibîr xist, ku di ser damezrandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re salek derbas bûye û got, "Tecrûbeya QSD'ê rewşeke nû nîne. Hêzên di nava QSD'ê de cih digirin, beriya niha gelek caran bi hêzên nêzî xwe, bi hevkarî tevgeriyan. Giranbûna krîza li Sûriyeyê di vê astê de, ji ber sorkirina nakokiyên bingehîn ên etnîkî û mezhebî ye. QSD ku me ji bo çareserkirina vê krîzê ava kir, yekane hêz e ku gelên Sûriyeyê temsîl dike."
'QSD BÛ BERSIV JI DAXWAZÊN GELÊN SÛRIYEYÊ RE'
Fermandar Gabrîel da xuyakirin, ku taybetmendiya bingehîn a QSD'ê ew e, artêşa Sûriyeya Demokratîk e, ku ji hêzên gel û baweriyên cuda pêk tê û anî ziman, QSD rêxistinbûneke ku xwe dispêre rastiya gel û baweriyên xwe.
Gabrîel destnîşan kir, QSD'ê bi pratîka xwe ya serketî ya heta niha re nîşan da, ku yekane hêza dikare tevlîhevî û krîza li Sûriyeyê çareser bike.
Kîno Gabrîel da zanîn, QSD bû bersiv ji hesret û daxwazên gelên Sûriyeyê, lewma gelên Sûriyeyê pê piştrast e û got, Serketina QSD'ê jî ji ber vê yekê ye.
'PÊNGAVA ME YA HERÎ GIRÎNG AVAKIRINA QSD'Ê BÛ'
Ji Fermandarên QSD'ê Kîno Gabrîel bibîr xist, ku piştî ragihandina QSD'ê wan mohra xwe danîn binê gelek pêngavên girîng û got, "Lê belê pêngava me herî girîn avakirina QSD'ê bû. Me mirovên Kurd, Ereb, Tirkmen, Suryanî û gelek gelên din, di bin sîwana QSD'ê de li hev civand.
Bi avakirina QSD'ê re me karê zor û zehmet ji holê rakir û ev pêngav bi ser xist. Piştî vê rêxistinbûnê me dest bi pêngavên leşkerî kir.
Di nava saleke QSD'ê de pêngavên Hol, Tişrîn, Şeddadê, Elîn û Cûdî, herî dawî jî pêngava Minbicê hatin lidarxistin. Di encama van pêngavan de ev herêm ji çeteyên DAIŞ'ê hatin paqijkirin. Û niha jî em ber bi dilê çeteyên DAIŞ'ê, ber bi Reqayê ve dimeşin."
'EM DIXWAZIN ROJÊN AZAD DIYARÎ GELÊ REQAYÊ BIKIN'
Gabrîel bal kişand ser qonaxa duyemîn a Pêngava Xezeba Firatê ya ji bo rizgaririna Reqayê û got, "Reqa bi dewlemendiya xwe ya çandî tê naskirin. Ji ber ku di nava operasyona rizgarkirina bajarekî bi vî rengî yê mozaîka gelan de cih digirin, em serbilind in.
Em zarokên gelê Sûriyeyê ne û dixwazin dawî li dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê, ku beriya niha çeteyên El Nûsra dagir kiribûn, bînin. Em dixwazin rojên azad diyarî gelê Reqayê bikin, ku ev gel ji aliyê çeteyan ve hat kuştin, bi zorê hat koçberkirin û malên wan hatin talankirin."
Fermandar Kîno Gabrîel da xuyakirin, ku di nava 8 rojên qonaxa duyemîn a pêngavê de derbên girn li çeteyên DAIŞ'ê hatine xistin û li ser encamên heta niha ev agahî da:
"Şervanên me ji aliyê Kadiriyê ve bi 30 kîlometreyan, ji aliyê Kerduşa ve bi 37 kîlometreyan bi pêş ve çûn. Di 8 rojên destpêkê yên operasyonê de 40 gund, bi dehan gundik, gelek girên stratejîk û bi dehan nuqte hatin rizgarkirin. Bi qasî 40 carî êrîşên hewayî hatin kirin. Di şer û êrîşên hewayî de heta niha herî kêm 54 çete hatine kuştin, 5 jî dîl hatin girtin. Gelek çek û cebilxaneyên çeteyan ji aliyê şervanên me ve hatine desteserkirin."
'EV GAV WÊ JI ALIYÊ SIYASÎ Û CIVAKÎ VE RÊ LI BER GELEK GAVÊN ÇARESERIYÊ VEKE'
Gabrîel diyar kir, gelek hêz hene niha dixwazin tevlî yekîtiya wan a hêzê bibin û got, "Di nava van de gelê Ereb ê li herêmên Cizîr, Reqa û Dêra Zor hene. Di dema pêş de bi serketina operasyonên me re wê tevlîbûn jî zêde bibe. Ev gav wê ji aliyê siyasî, civakî û gelek mijaran ve rê li ber gavên çareseriyê veke."
'PEYAMA JI BO GELÊN SÛRIYEYÊ'
Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî Kîno Gabrîel herî dawî ev peyam da gelên Sûriyeyê: "Em Kurd, Ereb, Tirkmen, Çerkes û Suryanî li heman çeperê cih digirin û li rex hev em şer dikin. Me bi hev re berdêl dan û heta roja îro axa xwe parast. Em ê hê jî biparêzin.
Li gorî bawerî û pîvanên me, em ê Sûriyeyê ji nava vê çiravê rizgar bikin, ji nava dagirkeriyê rizgar bikin û projeya avakirina demokratîk xurtir bikin."