Fermandar Diyar dibe fedayî

Destana berxwedana Kobanê êdî li nava bajêr dihat nivîsandin. Fedayiyên YPG/YPJ'ê li her kolan, mal û odeyên xaniyên li Kobanê, sîng bi sîng li dijî barbarên DAIŞ'ê şer dikirin. Fermandar Diyar dibû lehengê sereke yê vê berxwedanê.

Destana berxwedana Kobanê êdî li nava bajêr dihat nivîsandin. Fedayiyên YPG/YPJ'ê li her kolan, mal û odeyên xaniyên li Kobanê, sîng bi sîng li dijî barbarên DAIŞ'ê şer dikirin. Fermandar diyar dibû lehengê sereke yê vê berxwedanê.

DAIŞ HÊ DI DESTPÊKÊ DE DIŞIKEST

Piştî Miştenûrê, çete êdî ji rojhilat jî xwe gihandibûn taxa Kaniya Kurdan. Li aliyê rojava Girê Îzae ketibû destê çeteyan û şervanên YPG/YPJ'ê li xendekên li Girê Til Şeîr û li paş wê ketibûn çeperê. Li başûr jî çeteyan xwe gihandibûn heta Goristana Şehîd Dîcle û rêya Helebê ya li pêşiya bajêr.

Van rojan fermandara YPJ'ê Meryem Kobanê wiha digot: "DAIŞ wê êdî ji Kaniya Kurdan bikeve nava bajêr. Lê belê ev bajar wê ji DAIŞ'ê re bibe dojeh. Çawa ketin nava bajêr wê bi heman rengî jî ji Kaniya Kurdan bê derxistin."

Li herêma Kaniya Kurdan ku yek ji nuqteyên destpêkê yên çeteyên DAIŞ'ê jê derbasî nava bajêr bûn, hê di destpêkê de dişikestin. Bi xefik û kemînên şervanên YPG/YPJ'ê re bi dehan çeteyên ewilî ketin Kaniya Kurdan, îmha bûn. Çeteyên DAIŞ'ê hê di destpêkê de derba giran xwarin û bi vî rengî fêhmkirin ku mîna li derveyî bajêr wê li nava bajêr jî karê wan hêsan nebe.

Şervanên YPG/YPJ'ê heta wê rojê ji bilî şerê du hefteyan ê li Serêkaniyê ku di havîna 2013'an de li dijî çeteyên El Nûsra qewimî, ti tecrûbeyeke wan a şerê nava bajaran tine bû. Şervanên YPG/YPJ'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên ku bajarên mezin di nava çend rojan de dagir dikirin, bi ruhekî xurt ê têkoşînê li ber xwe didan.

FERMANDAR DIYAR BAGOK DIBE LEHENGÊ SEREKE YÊ ŞERÊ NAVA BAJÊR

Çeteyên DAIŞ'ê yên ku li pêşiya bajêr derbên giran xwarin, li nava bajêr jî rastî berxwedana efsaneyî ya fermandar Diyar Bagok dihatin. Ji ber vê berxwedana bêhempa, gava navê Diyar Bagok dihat bilêvkirin çongê çeteyan sist dibû, qudûmê wan dişikest.

Di rojên ku çeteyên DAIŞ'ê ketin nava bajêr de, fermandarê mezin ê berxwedana Kobanê Diyar Bagok digot, "Em ê li navenda bajêr bi fedayî li ber xwe bidin" û çend roj piştî ketina çeteyan a nava bajêr, bi berxwedana fedayî ev soza xwe bi cih danî.

Fermandar Diyar tehemûl nedikir ku çeteyên DAIŞ'ê bikevin nava Kobanê. Timî  bilêv dikir ku şehîdbûna hevrêyên wî yên bi heybetî li ber xwe dan, wî gelekî dêşîne.

Çeteyên DAIŞ'ê di rojên destpêkê de gava diketin nava bajêr, bi taybetî li eniya rojhilat bi pêş ve diçûn. Li eniya rojhilat, çeteyên DAIŞ'ê xwe gihandin heta avahiya asayîşê. Li dijî çeteyên li vir, fermandar Diyar diket nava tevgerê.

LI AVAHIYA ASAYÎŞÊ, DESTANA LEHENGIYÊ YA FERMANDAR DIYAR TÊ NIVÎSANDIN

Fermandar Diyar timî ji hevalên xwe re digot, "Heta em sax bin, DAIŞ wê nikaribe bi pêş ve biçe. Dijmin ancax pê li cenazeyên me bike û bi vî rengî karibe bi pêş ve biçe" û ji hevalên xwe re destnîşan dikir, ku divê bi ti awayî dest ji çeperan bernedin.

Roj 6'ê Cotmehê bû. Şerê li nava bajêr giran bûbû. Li Kobanê qiyamet rabûbû. Çeteyên DAIŞ'ê xwe gihandibûn nêzî avahiya asayîşê. Ji vê kêliyê û pê ve, fermandar Diyar bi însiyatîfa xwe dikeve herêmê.

Diyar Bagok kolana li ber avahiya asayîşê, bi tena serê xwe diparêze û li vê derê şerê wî yê li dijî çeteyên DAIŞ'ê destpê dike. Fermandar Diyar di vê demê de ji zikê xwe bi guleyê birîndar dibe. Hevalên wî bi rêya bêtêlê têkiliyê bi fermandar Diyar re datînin û jê dixwazin xwe ji cihê lê ye vekişîne. Lê belê Diyar vê yekê qebûl nake û berxwedana xwe didomîne. Bi pûşiya xwe birîna xwe dipêç e. Li vî cihî berxwedana xwe didomîne.

Fermandar Diyar şer dike û xwe digihîne avahiya asayîşê. Ji şervanên li vê derê dixwaze cebilxaneya heyî ji wî re bihêlin û fermanê dide wan ku ji wir derkevin. Di vê kêliyê de hevrêyê wî yê gelekî jê hez dikir şervanê YPG'ê Dogan (Mûstafa Erdîl) bi sûîqestê li ber wî şehîd dibe. Şehadeta Dogan hêrsa Fermandar Diyar a li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên nêzî bajêr bûn, zêdetir dike.

DIVÊ EM LI BERXWEDANÊ BIFIKIRIN, NE LI BIRÎNÊN XWE

Hevalên wî careke din bi rêya bêtêlê bi fermandar Diyar re têkiliyê datînin.

Hevalên wî jê re dibêje, ku ew li wir bi tenê ye, birîndar e û divê xwe vekişîne. Lê fermandar Diyar ji wan re dibêje, "Divê em niha li berxwedanê bifikirin, ne li birînên xwe" û careke din li dijî vekişînê derdikeve.

JI DAIŞ'Ê HEYE KU KOMEK DI AVAHIYÊ DE HEYE Û HÊZEKE MEZIN LI DORÊ DICIVÎNE

Piştî çend saetan têkiliya bi bêtêlê ya bi fermandarê YPG'ê Diyar Bagok re qut dibe. Hevalên wî êdî nikarin xwe bigihînin Diyar. Fermandar Diyar berxwedana xwe ya destanî, ku roja 6'ê Cotmehê li dora avahiya asayîşê destpê kir, di 7'ê Cotmehê de derbasî nava avahiya asayîşê dike. Diyar li avahiya asayîşê mîna artêşekê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dike. Ji çeteyên DAIŞ'ê heye ku li nava avahiyê komek heye. Lewma hêzeke mezin li dora avahiyê dicivînin û du wesayîtên bombebarkirî diteqînin. Fermandar Diyar li vê derê bi dehan çeteyan dikuje. Heta bidawîbûna cebilxaneya xwe, bi rengekî fedayî li ber xwe dide û li çepera berxwedanê şehîd dibe.

'BI TENÊ ŞÛNA LINGÊ ME JÎ BIMÎNE EM Ê KOBANÊ AZAD BIKIN'

Piştî çalakiya fedayî ya fermandar Diyar, çeteyên DAIŞ'ê êdî ketin navenda bajêr. Berxwedan gav bi gav mezin dibû. Çeteyên DAIŞ'ê hejmara endam û çekên xwe yên li bajêr di her kêliyê de zêde dikirin. Şervanên YPG/YPJ'ê jî li dijî vê yekê digotin, "Eger bi tenê şûna lingê me jî bimîne, em ê Kobanê azad bikin."

Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê ketin nava bajêr, li bajêr xetên parastinê hatin danîn. Li van deveran şerekî giran qewimî. Çeteyên DAIŞ'ê beşeke girÎng a bajêr dagir kiribûn.

LI KOBANÊ ÊVARA KRÎTÎK

Çeteyên DAIŞ'ê ber bi deriyê sînor ê Murşîtpinarê ve diçûn. Çete ji rojhilat jî xwe gihandibûn heta Meydana Azadî û Aştiyê, li aliyê başûr xwe gihandibûn nexweşxaneya nû li ser rêya Helebê dihat çêkirin û li dora avahiya hikûmetê bi cih bûbûn. Li aliyê rojhilat jî ji bo deriyê sînor bi dest bixin û têkiliya bi Kobanê re bi temamî bibirin, êrîş dikirin. Êvara 6'ê Cotmehê çeteyên DAIŞ'ê êrîşa xwe ya herî berfireh kirin û hewl dan deriyê sînor bi dest bixin. Ev êrîş bi desteka dewleta Tirk a li aliyê din ê sînor, pêk dihat. Serokwezîrê wê demê yê Tirk Tayyîp Erdogan, dema êrîşên giran li dijî deriyê sînor dihat kirin digot, "Kobanê li ber ketinê ye" û bi vî rengî desteka xwe ya ji bo van êrîşan nîşan dida. Li dijî vê êrîşa êvara 6'ê Cotmehê, şervanên YPG/YPJ'ê dîrok dinivîsandin.

FERMANDAR MERYEM: CENAZEYÊN ME JÎ JI KOBANÊ DERNEXÎNIN

Di vê kêliya krîtîk de ku dewleta Tirk dixwest derî bikeve destê çeteyan, tişta ku heta wê rojê nedikir, kir. Deriyê sînor li mirovên dixwazin derbasî aliyê Tirkiyeyê bibin vekir. Dewleta Tirk dixwest bi vî rengî êrîşê bişikîne û rê li ber kesên dixwazin xwe vekişînin veke. Lê belê şervan ji deriyê sînor derbas nedibûn, dest ji Kobanê bernedidan û derketina ji deriyê sînor weke "xiyanetê" didîtin.

Dema DAIŞ'ê êrîşî deriyê sînor dikir, Meryem Kobanê ji şervanên derî diparastin re wiha daxivî: "Em şervanên Kobanê ne. Em ê bi ti awayî Kobanê neterikînin. Kes wê ji vî derî dernekeve. Em şehîd bikevin jî ji vî derî dernekevin. Cenazeyên me jî ji vî derî dernexînin. Bila cenazeyên me li Kobanê bimînin."

ÇETE TÊN QEWIRANDIN

Dema çeteyan xwe nêzî deriyê sînor kirin, berxwedaneke bêhempa ya YPG/YPJ'ê dîtin. Di rojê destpêkê de armanca destpêkê ya çeteyan deriyê sînor bû. Çeteyên ku li Kaniya Kurdan êrîşên xwe giran kirin, ji vê derê xwestin giraniyê bidin ser xeta sînor û li derî encamekê bi dest bixin. Yek ji êrîşên herî krîtîk ên li dijî deriyê sînor, di êvara 6'ê Cotmehê de hat kirin. Li dijî çeteyan, YPG/YPJ'ê heta roja 7'ê Cotmehê bi fedayî li ber xwe dan û ev êrîş şikandin. Cîhanê êdî bawer kir ku Kobanê nakeve.

BALAFIRÊN KOALÎSYONÊ, DEMA EV BERXWEDAN DÎTIN KETIN NAVA TEVGERÊ

Hêzên koalîsyonê, piştî ku dîtin yek endamê YPG/YPJ jî bimîne wê nehêle Kobanê bikeve, êdî neçar ma bikeve nava tevgerê û dest li çeteyên DAIŞ'ê werdan. Lê hêza esasî ya berxwedanê, mîna her carê şervanên YPG û YPJ'ê bûn.

SIBE: ŞER LI TEVAHIYA BAJÊR BELAV DIBE