Ferhat Encu: Bi teqez em ê bi ser bikevin!
Ferhat Tenu yê HDP’yî yê girtî, di peyam bi rêya malbata xwe şandî diyar kir ku em ê bi berdewam layîqî vîna gelê xwe bin û got: “Bi teqez em ê bi ser bikevin.”
Ferhat Tenu yê HDP’yî yê girtî, di peyam bi rêya malbata xwe şandî diyar kir ku em ê bi berdewam layîqî vîna gelê xwe bin û got: “Bi teqez em ê bi ser bikevin.”
Parlemeterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu yê ku li Girtîgeha Kandira, îro bi rêya malbata xwe ya ku ew ziyaret kir peyamek şand.
Peyama Encu wiha wiha ye:
“Gelê me yê ku li Cizîr, Silopiyayê, Hezex û Şirnexê li dijî zilmê têkoşîn meşandin, bila bi bawer bin heta dawiyê em ê laqyîqî vîna gelê xwe bin. Em li vir bi awayekî bê heq û hiqûqê tê ragirtin, ev hewl danekî li dijî vîna gel û darbeyekî siyasî ye. Divê di serî de gelê Kurd û hemû hêzên demokratîk li dijî vê kiryarê serî rakin û têkoşînê bilind bikin.
Rewşa min baş e, moralê min bilind e. Silav û rêzên xwe ji bo her kesê dişînim. Bi teqez em ê bi ser bikevin.”