FEDA: Ji Dersîm heta Cizîrê wê zalim têk biçin

FEDA’yê di daxuyaniya xwe ya têkîldarî Qirkirina Dersîmê de destnîşan kir ku kiryarên qirker didomin, lê wê zalim têk biçin.

FEDA’yê di daxuyaniya xwe ya têkîldarî Qirkirina Dersîmê de destnîşan kir ku kiryarên qirker didomin, lê wê zalim têk biçin.

Li ser navê Desteya Pîran a Federasyona Elewiyên Demokratîk a li Ewropayê (FEDA) Mûstafa Deprem bi boneya salvegerê têkîldarî Qirkirina Dersîmê daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniya bi sernivîsa “Ji Dersîmê heta Cizîrê wê zalim têk biçin” de yên di qirkirinê jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn, wiha hate gotin: “Avakirina netew-dewleta yek nasname hate esasgirtin, tevahî nasnameyên wek etnîk ji derveyî Tirk, wek bawerî jî ji derveyî nasnameya Îslamê man jî bi hewldanên tinekirinê re rû bi rû mane.”

‘YÊN NAVBERÊ NADIN QIRKIRINÊ WÊ TÊK BIÇIN’

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di salên destpêka Komarê de bi pêkanîna Plana Islahkirina Şarqê ve bi taybet Kurd û Elewî bi polîtîkayên qetlîam, sirgûn û asîmîlasyonê rû bi rû mane.

Di berdewama daxuyaniyê de ev hatin gotin: “Heman mûktedîrên zîhniyeta Mûaviye, heman planan bêyî navberê bidinê di roja me de jî pêk tînin. Li ser tevahî beşên civakê yên wek wî nafikirin, bîatî wî nakin terora dewletê bi kar tîne, ji bo îradeya parastina demokratîk a gelan ji destan bigire jî serî li her cure lîstikên bêwijdan didin. Bi armancan dîktatoryal gav bi gav lêgerîna gelan a heq û heqîqatî hewl dide bi kiryarên faşîzan bipelçiqîne, serî li her cure zext û şîdeta antîdemokratîk tê dayîn.”

FEDA di daxuyaniya xwe de peyam da ku wê rojên tarî û zalim bi têkoşîna gelan têk biçin, got: “Em zaliman û şopdarên wan şermezar dikin.”