Malbata girtiyê Kurd ê bi navê Nedîm Arslan ê ku di Girtîgeha Tîpa T ya Alîaga ya Îzmîrê de tê ragirtin, da zanîn ku lawê wan diyar kiriye ku her çendî ew ne nexweş e, lê her roj derziyan li wî didin, zextan li wî dikin û got: “Ger kez li vir bimirim, rêveberiya girtîgehê berpirs e.”
Malbata Arslan a ku li Amedê dijî piştî gotinên lawê wan Nedîm Arslan a bi awayê “Ger ez bimirim...” çû Serdozgeriya Komarê ya Amedê û giliyê Rêveberiya Girtîgeha Tîpa T ya Alîaga ya Îzmîrê kir. Kekê Nedîm Arslan, Mehmet Arslan diyar kir ku haya Wezareta Dadê jî ji vê bûy erê heye.
Arslan diyar kir ku birayê wî Nedîm Arslan telefonî wan kiriye û diyar kiriye ku her çendî ew ne nexweş e, lê her roj derziyan li wî didin, zextan li wî dikin û got: “Ger kez li vir bimirim, rêveberiya girtîgehê berpirs e.”
Kek Mehmet Arslan da zanîn ku ew ji rewşa birayê xwe bi fikar in û banga alîkariyê li rayedaran kir. Arslan xwest ku birayê wî di demek zû de ji wê girtîgehê bo girtîgeheke din bê veguhestin û diyar kir ku ger ev yek pêk neyê û tiştek biqewime berpirs rayedar in.