Eylem Yaşa li Amedê ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin
Endama TAK’ê Eylem Yaşa (Eylem Newroz) a ku li Vezneciyê ya Stenbolê çalakiya fedaî li dar xistibû li Amedê ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin.
Endama TAK’ê Eylem Yaşa (Eylem Newroz) a ku li Vezneciyê ya Stenbolê çalakiya fedaî li dar xistibû li Amedê ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin.
Endama TAK’ê Eylem Yaşa (Eylem Newroz) a ku li Vezneciyê ya Stenbolê çalakiya fedaî li dar xistibû li Amedê ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin.
Cenazeyê endama Teyrêbazên Azadiya Kurdistanê (TAK) Eylem Yaşa (Eylem Newroz) a ku çalakiya li hember otobusa aîdî polîsên hêza çewîk a di 7’ê Hezîranê li semta Vezneciyê ya navçeya Fatîh Stenbolê li dar xistibû, ji Stenbolê anîn warê wê Amedê. Di ketina bajêr de ji aliyê konvoyeke bi dehan wesayîtan ve hate pêşwazîkirin û bi tilîliyan anîn Goristana Yenîkoyê ya ku cenazeyê Yaşa wê lê bê definkirin. Di merasîma cenazeyê Yaşa de ku piraniya wê jin bûn, bi sedan kes jî beşdar bûn.
Piştî wecîbeyên olî û şûn de darbesta Yaşa ya ku bi alên PKK’ê hatibû pêçan, li ser milê jinan ber bi gora ku wç lê bê definkirin ve bi rê ketin. Di merasîmê de malbata Yaşa, Hevşaredara HDP’ê ya Bajêr Gulşen Ozer, Hevşaredarên Peyasê Fatma Arşîmet û Mehmet Alî Aydin li gel Hevşaredarên Rezanê Eşref Guler û Bîrsen Kaya Akat û rêveberên MEYADER’ê jî beşdar bûn.
Di meşa ber bi goristanê de dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Jin Jiyan Azadî”hatin qîrkirin. Dayika Yaşa Hanim Yaşa wêneyê keça xwe di tevahiya meşê de danenî. Piştî dirûşm û sirûda “Çerxa Şoreşê” cenaze hate definkirin. Di merasîmê de Hevşaredara Şaxa MEYADER’ê ya Amedê Ayşe Dicle Eyem axivî û wiha got: “Hevriya me Eylem hişmemdiya qirêj qebûl nekir. Em soz didin wê, têkoşîna me wê bidome.”
Dayik Hanim Yaşa jî wiha anî ziman: “Serê gelê Kurdistanê sax be.”
Di dema merasîmê de nizmfirîna balafirên şer bal kişand. Piştî karûbarê definkirinê girse ji goristanê vegeriya. Hat diyarkirin ku wê sersaxiya ji bo Yaşa li Mala Şînê ya Ehmedê Xanî bê qebûlkirin.
Hat diyarkirin ku li aliyê din bavê Yaşa, Naîf Yaşa yê ku ji bo cenaze bigire çibû Stenbolê di bin çavan de ye û hê jî li midûriyeta emniyetê tê ragirtin.