'Ev qanûn, qanûna parastina kiryaran e'

Parêzer Reyhan Yalçindag diyar kir, li Kurdistanê pêvajoyeke nû ya binpêkirina mafên mirovan destpê kiriye û destnîşan kir, ku ji bo parastin û rewakirina komkujî, kuştinên kiryar nediyar û windakirina di binê çavan de, qanûn tê amadekirin.

Parêzer Reyhan Yalçindag diyar kir, li Kurdistanê pêvajoyeke nû ya binpêkirina mafên mirovan destpê kiriye û destnîşan kir, ku ji bo parastin û rewakirina komkujî, kuştinên kiryar nediyar û windakirina di binê çavan de, qanûn tê amadekirin.

Yalçindag bibîr xist, ku tevî belge û peymanên navneteweyî yên Tirkiyeyê mora xwe daniye binî jî, li Cizîrê di meha Çileyê de mirov bi saxî hatin şewitandin û Neteweyên Yekbûyî nikarî xwe bigihîne herêmê. Yalçindag got, "Bi tenê di dema qedexeya li Sûrê de Raportora Tirkiyeyê ya Parlamenta Ewropayê Katî Pîrî hat. Di encama têkoşîna wê de ji bo nûçegihanê DÎHA'yê Mazlûm Dolan û mirovên li cem wî korîdorek hat vekirin û pêşî hat kirin ku aqûbeta hempîşeyê wî Rojhat Aktaş neyê serê wî."

'BI HÛRŞÎT KULTER RE DIXWAZIN WINDAKIRINÊN DI BINÊ ÇAVAN DE JI NÛ VE BIDIN DESTPÊKIRIN'

Yalçindag da zanîn, bûyerên windakirina di binê çavan de û kuştinên kiryar nediyar ên salên 90'î, piştî Ebûbekîr, Denîz û Serdar ne weke polîtîkayeke dewletê hat meşandin, li şûna wê kuştinên bêdaraz hatin kirin, lê belê bi windakirina Rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hûrşît Kulter ê berî 22 rojan hat binçavkirin û heta niha hay jê nîne, windakirina di binê çavan de weke polîtîkayeke dewletê careke din destpê dike. Yalçindag got, "Weke ku tê zanîn, mîna wêneyên Kulter, hêzên tarî yên dewletê JOH, POH û JÎTEM'ê, dîmenên mirovên di binê çavan de qetil kirin di medya civakî de parve kirin. Lê belê ev parvekirinên li medya civakî dûre hatin rakirin û dewletê înkar kir ku Kulter binçav kiriye. Tevî ku şahid hene û saziyên mafên mirovan banga çalakiya lezgîn kirine, li ser aqûbeta Kulter hînê daxuyaniyeke bi tenê ya cidî nehatiye kirin. Ev hemû nîşan didin, ku em ketine nava pêvajoyeke nû."

PLANA KOMKUJIYÊN MEZINTIR TÊ KIRIN

Parêzer Yalçindag diyar kir, rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê, erêkirina vê guhertinê ji aliyê Serokkomar ve, qanûna ji bo parastina hêzên dewletê yên li herêmê komkujiyan dike, rewşeke tesadûfî nîne û got, "Ji 7'ê Hezîrana 2015'an û vir ve yekane sedema rijandina xwînê, encamên hilbijartinê ye. Ji ber vê yekê, dayik û bavên Kurd û Tirk ên zarokên wan hatine qetilkirin, divê ji desthilatdariya digot, 'Bila 400 be, bi xêr be' yan jî 'kaos an jî aramî?' hesab bipirsin. Ji ber ku zarokên wan di vî şerê desthilatdariyê dixwest de mirin. Li aliyê din, armanceke din a bi vê qanûnê ve tê xwestin bê kirin, komkujiyên ji vê mezintir e. Lewma mîna salên 90'î zirxa qanûnî ji leşkeran re tê amadekirin."

Yalçindag, ji ber destekkirina qanûneke bi vî rengî, divê ne tenê AKP, di heman demê de CHP û MHP jî li ber xwe bikevin û got, "CHP û MHP jî wê rojekê ji ber bûne hevparê vî sûcî bên darizandin û di wijdanê gelan de mehkûm bibin.

JI REJÎMA YEK PARTÎ BER BI REJÎMA YEK ŞEXSÎ VE...

Reyhan Yalçindag da zanîn, ew di pêvajoyeke welê de ne ku Dadgeriya Bilind, Dadgeriya Şêwirmendiyê ji hev tê xistin û ji rejîma yek partiyê ew derbasî rejîma yek şexsî dibin. Yalçindag got, "Ev yek wê ne bi xêr be... Canê hîn bêhtir mirovan wê bişewite. Ji xwe tê îdîakirin ku ji Serokkomar re hatiye gotin, 'eger rewş bi vî rengî dewam bike wê şerê navxweyî destpê bike', Serokkomar jî weke bersiv gotiye 'xem nîne, dema destpê kir em ê wan bieciqînin û di ser re biçin'. Ev yek nîşan dide ku ji bo rewşa heyî qanûn tê amadekirin û ev yek hiqûqî nîne. Eger bi vî rengî ji aliyê Meclîsê ve bê qebûlkirin, ev yek wê bibe qanûnek li dijî hiqûqa mirovahiyê û heta bi hetayê wê ev qanûn dewam neke. Çi zû çi jî dereng wê bên darizandin."