Ev 10 roj in ji Ahmet Bîlen agahî nayê standin

Li Wanê, ji 11’ê Tebaxê ve ji Rêveberê Navçeya DBP’ê yê Artemêtê Ahmet Bîlen ku hatibû binçavkirin agahî nayê standin.

Beriya 10 rojan li Artemêtê bi ser malan de girtin û li gel Rêveberê DBP’ê yê Artemêtê du kesên ku hatibûn binçavkirin hatin girtin, lê belê agahî ji Bîlen nayê girtin û ev jî dibe sedema fikaran.

Malbat û parêzerên Bîlen ev bi rojan e ji bo agahiyekê bi dest bixin serî li saziyên têkildar dan, lê bersiv nestandin.

Hevserokê DBP’ê yê Artemêtê Medenî Ozer diyar kir, Bîlen piştî binçavkirinê derxistin dadgehê, du hevalên wî girtin lê ew dîsa birine qereqolê.

Medenî Ozer ji bo hemû raya giştî banga bihistyariyê kir.