Êrîşî greva birçîbûnê ya Geverê kirin, kolan qada şerin

Êrîşî greva birçîbûnê ya Geverê kirin, kolan qada şerin

Polîsên AKP’ê êrîşî meş û çalakiya birçîbûnê ya li navçeya Gever ya Colemêrgê kirin. Piştî êrîşa polîsan pevçûnan destpêkir, kolanên Geverê bûne qada şer.

Bi sedan kesên ku li ber avahiya BDP’ê ya Geverê kombûn ber bi Parka Çandê ya Mûsa Anter ve meşiyan. Girseya ku hatin duriyana Girtîgeha kevin, polîsan bi bombeyên gazê û ava şit êrîşî girseyê kir. Wesayîtên zirxî akrep di carekê de ji nava kolanê derket û kete nava girseyê, girseyê wesayît da ber keviran.

Akreba dan ber keviran neçar ma ji nava girseyê derket, şans hebû ku tu kes birîndar nebû. Akrebên ji nava kolana derketin û êrîşî girseyê kirin, çalakvan di nava kolana de xwe gihandin Parka Çandê ya Mûsa Anter. Lê belê polîsên AKP’ê bi awayek tund êrîşî çalakvanên greva birçîbûnê kir. Di dema êrîşa polîsên faşîst de gelek kes li ser hişên xwe çûn, ciwana jî bend danîn û li pişt bendan bikeviran bersiv da polîsan.

Di serî de li derdora parkê, bazara navçeyê, taxên Yeşîldere, Kişla û li ser rêya Şemzînan bûyer didomin. Hate ragihandin ku di dema bûyeran de kesekî binavê Metîn Dogma polîsan gotiye “Tu bigûmanî” xistine wesayîtê û lê xistine, piştre jî ji wesayîtê avêtine. Hate îdîakirin ku, polîsan gef li Dogma xwarine û gotine, “Em te di çalakiya birçîbûnê de bibînin, em dê te bikujin”.

Di dema bûyeran de polîsan Nûçegihanê DÎHA’yê Samî Yilmaz jî hedefgirtine û du caran bombeya gazê avêtinê. Şans hebû ku tiştek bi nûçegihanê DÎHA’yê Yilmaz nehat, her wiha li navçeyê bûyer didomin.