Êrîşên komên çete yên li hemberî Şêx Meqsûdê dewam dikin
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, êrîşên komên çete yên ser bi 'Koalîsyona Sûriyeyê' yên li hemberî taxa Şêx Meqsûd a Helebê dewam dikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Komên çete, roja 26'ê Tîrmehê saet di 13:00 de, ji aliyê rêya Cendol ve hewl dan êrîşî taxa Şêx Meqsûdê bikin. Piştî destwerdana hêzên me li vê qadê şer derket û derb li maşîneke leşkerî ya çeteyan hat xistin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat zelalkirin.
Çeteyan heman rojê saet di 24:00 de, vê carê ji aliyê Şara 20'an ve êrîşeke berfireh pêk anîn. Çeteyan bi çekên giran êrîşî çeperên hêzên me kirin û şerê li vir heta ber destê sibehê dewam kir. Li pêşberî berxwedana hêzên me, çete neçar man xwe vekişînin."
YPG'ê diyar kir, di şerê li vê herêmê de gelek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn, lê hejmar nehat zelalkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hevalekî me yê di vî şerî de bi lehengî şer kir, gihîşt şehadetê, 3 hevalên me jî birîndar bûn."
Navenda Ragihandinê da xuyakirin, ku di şeva heman rojê saet di 22:00 de çeteyan ji çeperên xwe Yên li Ezazê bi çekên giran êrîş birin ser gundê Maranez ê li ser sînorê Efrîn û Ezazê ye.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hêzên me jî bi xurtî li çeperên çeteyan xistin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat zelalkirin."