‘Êrîşên arteşa Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê li dijî xaka Federasyona Bakurê Sûriyeyê berdewam dike’
Navenda Ragihandina YPG diyar kir ku êrîşên arteşa Tirk a li dijî xaka Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê berdewam dike.
Navenda Ragihandina YPG diyar kir ku êrîşên arteşa Tirk a li dijî xaka Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê berdewam dike.
Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniyek nivîskî weşand, bal kişand ser êrîşên artêşa Tirk a li dijî xaka Rojava û got; “Di çarçoveya van êrîşan de arteşa Tirk 20’ê Îlonê saetên nîvro li dijî gundê Bobanê û saetên şevê de jî li dijî gundê Til Şeriyê yên dikevin rojavayê Kobanê bi çekên giran êrîş li dar xist.”
YPG’ê di berdewama daxuyaniyê de da xuyakirin ku çeteyên DAÎŞ’ê jî 20’ê Îlonê saet di navbera 01.00 û 02.00’an de li dijî gundê Qadriyê, saet derdora 17.00’an jî li dijî gundê Şemseddîn ên dikevin başûrrojhilatê bendava Tişrînê ya giredayî Kobanê bi çekên giran êrîş li dar xist.
Navenda Ragihandina YPG’ê di dawiya daxuyaniyê de ragihand ku çeteyên DAÎŞ’ê heman rojê li dijî gundê Malha ya giredayî Şedadê jî bi çekên giran êrîşek li dar xistine.