Êrîşên artêşa Tirk didomin

Bomberdûman û operasyonên artêşa Tirk ên li hember gerîlayên di asta bêçalaktiyê de ne bênavber didomin.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku bomberdûman û operasyonên artêşa Tirk ên li hember gerîlayên di asta bêçalaktiyê de ne bênavber didomin.

HPG’ê têkildarî êrîşên artêşa Tirk û çalakiyên besivdayînê yên gerîlayan ên li hember êrîşan ev agahî da:

COLEMÊRG

20’ê Cotmehê saet 09.30, li hemberî 8 leşkerên di pêşiya wesaayîtên zirxî yên di navbera qereqola Şapatan û navçeya Şemzînan a Colemêrgê de dewriye digeriyan dimeşiyan, hêzên me yên gerîla bi armanca bersivdayîna êrîş û operasyonan çalakiyeke sabotajê pêk anîne. Piştî çalakiyê artêş TC mirî û birîndarên xwe bi wesayîtên zirxî birine navenda Şemzînan. Piştî çalakiyê 5 wesayîtên zirxî, 2 ambulans û helîkoptereke Skorsky hatine cihê bûyerê mirî û birîndarên xwe rakirine.

19’ê Cotmehê saet 11.30 gerîlayên me li hember êrîşa qereqola Karataş a girêdayî Çelê ya Colemêrgê ya li dijî Herêmên Parastinê yên Medya êrîş pêk anîbû wek bersiv heman wextî çalakiyên sûîqestê pêk anîne. di çalakiyan de 2 leşker hatine kuştin. Dîsa çeka A-4 a di hundirê qereqolê de hatiye îmhakirin. Piştî çalakiyê qereqola Karataş qadên derdora xwe bi obus û hawanan rasterast bombe kiriye.

Li qada Bînbîr a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê operasyona ku artêşa taybet a AKP’ê li dar xistiye hê jî didome. 19’ê Cotmehê danê êvarî hêza şerê taybet bi piştgiriya helîkopterên Kobra hêz danîne qereqola Bezelê.

ZAP

19’ê Cotmehê saet di navbera 14.00 - 14.30 de helîkopterên Skorsky û Kobra yên ji qereqola Marûka a li ser sînorê Zapê rabûne, qadên li derdora qereqola Bîlîcan û qada Tepê Guvenlîk rasterast gulebaran kirine. Li ser vê hêzên me yên gerîla bi çekên giran li qereqola Bîlîcan û heklîkopterên Skorsky û Kobra dane. Helîkopter beyî karibin dakevin qereqola Bîlîcan vegeriyane.

GABAR

19’ê Cotmehê ji saet sibehê 05.00 heta êvarî saet 19.00'an tabûrên TRT, Girê Cotyar û Zivingê; qada Gabarê bi obus û hawanan bombe kirine.

AMED

19’ê Cotmehê danê êvarî artêşa şerê taybet a AKP’ê, li qada Geliyê Gordanê ya girêdayî Pasûra Amedê binerd (sixinak) çêkiriye.

MÛŞ

Artêşa şerê taybet a AKP'ê weke li gelek herêmên Kurdistanê operasyonan pêk tîne, 12’ê Cotmehê li navçeya Kopê ya Mûşê ku operasyon daye destpêkirin têkildarî vê operasyonê agahî hatibûn parvekirin. Di vê operasyonê de yekeyeke me ya ji yekîneya xwe qut bibû bi saxlemî gihiştiye baregehên xwe. Di çarçoveya agahiyên me ji yê yekeya xwe wergirtine, agahiyên zêdetir ên têkildarî operasyonê wiha ne; 13’ê Cotmehê saet 09.00'an dema komek leşker ber bi hêzên me ve tên, di mesafeyeke 10 metreyan de bi baskekî operasyonê re pevçûn derketiye. Di vê pevçûnê de bi awayekî ku bi çavan hatiye dîtin 9 leşker mirine, 5 leşker birîndar bûne. Pevçûn heta saet 19.00’an dewam kiriye, operasyon jî 18’ê Cotmehê derengiya şevê vekişiyaye.

DÊRSIM

15’ê Cotmehê êvarî saet 18.00'an li Geliyê Harçîk piştî keşfa du balafirên keşfê yên Heron, saet 23.00’an heman qad ji aliyê balafirên şer ve hat bombekirin.

16’ê Cotmehê saet di navbera 07.30 û 11.00’an de balafirên şer Geliyê Harçîk, Sirta Mala Xebat, Sirta Hakis, Şehîd Baran û derdora Şehîdgeha Şehîd Dêrsim û Zagê yên girêdayî Geliyê Harçîk bomberdûman kirine. Heman rojê saet di navbera 11.00 û 12.00’an de heman qad bi obus û hawanan hatine bombekirin. Her wiha helîkopterên Kobra jî li van qadên navê wan hat diyarkirin leşker danîne.

17’ê Cotmehê yekîneyên kontra yên artêşa taybet bi wesayîtên zirxî, tank û kepçeyan ketine şehîdgehan û şehîdgeh xera kirine. Artêşa TC a li qûntarên Sirta Mala Xebat, Hakis, Markasor û Hengirvan leşker danîne, piştî şehîdgeh xera kirine bi wesayîtên zirxî ketine qada Zagê û bi tankan li ser rê lêgerîn kirine.

18’ê Cotmehê saet 10.40 di çalakiya bersvdayînê ya gerîlayên me li hember êrîşan pêk anîn, li wesayîteke zirxî ya kobra û baskekî operasyonê ya ji 4 leşkeran dane. Di encama çalakiyê de di wesayîta ketiye ava Harçik de 8 leşker û 4 leşkerên piyade mirine. 12 leşkerên ku bi çav hatine dîtin ku mirine paşê bi 12 ambulansan hatine rakirin. Çapemeniya şerê taybet diyar kir ku 2 leşker mirine û windahiyên xwe veşartin.

Di operasyona 4 rojan a artêşa TC de 2 balafirên keşfê yên Heron li ser van qadan geriyane û keşf pêk anîne.

Qismek ji yekîneyên operasyonê ku vekişiyane hê jî li qada bejahî bi yekîneyên veşartî ev operasyon didome. Artêşa TC di tevahiya operasyonê de leşker sewqî rêya Dêrsim-Erzîngan, derdora navenda Dêrsimê, qadên Pagalî, Xozmerîk û Hegayîpîl kirine.

Rojên 15-18’ê Cotmehê ku êrîşên berfireh dewam kirin di van operasyonan de 3 gerîlayên me şehîd ketine.

20’ê Cotmehê li hember qûntarên Bozan a girêdayî qada Çemîşgezek a Dêrsimê artêşa TC operasyonek li dar xistiye. Di navbera gerîlayên me û leşkeran de pevçûneke kurt rû daye. Wê detayên vê pevçûnê paşê bên ragihandin.”

NASNAMEYA 3 GERÎLAYAN

HPG’ê agahiyên nasnameya 3 gerîlayên li Dêrsimê jiyana xwe ji dest dane bi raya giştî re parve kir:

Nasnav: Helîn Faraşîn

Nav-Paşnav: Gulistan Onen

Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

Navê dayik-bav: Remziye - Yusuf

Dîrok û cihê şehadetê: 16’ê Cotmeha 2015 / Dêrsim

***

Nasnav: Omedya Sefkan

Nav-Paşnav: Ebru Oz

Cihê jidayikbûnê: Dêrsim

Navê dayik-bav: Hatun - Alî

Dîrok û cihê şehadetê: 16’ê Cotmeha 2015 / Dêrsim

***

Nasnav: Dêrsim Avaşîn Xeyrî

 Nav-Paşnav: Heval Yeşîlgoz

 Cihê jidayikbûnê: Dêrsim

Navê dayik-bav: Kıymet - Hasan

 Dîrok û cihê şehadetê: 16’ê Cotmeha 2015 / Dêrsim

...