Êrîşa li Silêmaniyeyê li Kerkûkê hat şermezarkirin

Êrîşa li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê, ku roja 7'ê Tebaxê li hemberî çalakiya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin, li Kerkûkê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat şermezarkirin.

Daxuyanî ji aliyê Tevgera Azadî, REJAK û Komalên Ciwan ve duh saet di 18:00 de li Baxçê Xanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Êrîşa li hemberî vê xwepêşandana ji bo azadiya Ocalan, ti eleqeya xwe bi hiqûq û exlaqê re nîne."

Li ser navê Komalên Ciwan metna daxuyaniyê hat xwendin û hat gotin, "Weke Komalên Ciwan, em êrîşa li Silêmaniyeyê bi tundî şermezar dikin. Divê were zanîn; ev êrîş ne exlaqî ye û ne qanûnî ye. Çalakiya li wê derê çalakiyeke aştiyane, însanî û exlaqî bû. Ji niha û pê ve cihê nîqaşê ye ku mirov qala azadiya raman û nêrînê li bajarê rewşenbîran Silêmaniyeyê bikin."

Li ser navê Tevgera Azadî Huseyîn Kerkûkî peyivî û destnîşan kir, ku êrîş bi ti awayî nayê qebûlkirin. Kerkûkî da xuyakirin, ku di demeke nîqaş li ser kongreya neteweyî tê kirin de rûdana êrîşeke bi vî rengî, dikare mirovên ji yekîtiya Kurdan aciz in, kêfxweş bike.

Kerkûkî destnîşa nkir, ku xwedîderketina li azadiya Oaclan erka hemû Kurdan e.