Êrîşa li dijî berxwedana li Terolarê: Kon hat şewitandin, birîndar hene
Hêzên dewleta Tirk êrîşî berxwedana li Terolarê kirin û kesek bi giranî birîndar kirin. Di dema êrîşê de gelek kes hatin binçavkirin û konê berxwedanê hat şewitandin.
Hêzên dewleta Tirk êrîşî berxwedana li Terolarê kirin û kesek bi giranî birîndar kirin. Di dema êrîşê de gelek kes hatin binçavkirin û konê berxwedanê hat şewitandin.
Berxwedana li Terolar a Mereşê ya li hemberî hewldana çêkirina kampa ji bo çeteyan a AFAD'ê hat destpêkirin, bû hedefa êrîşê.
Hêzên dewleta Tirk bi TOMA'yan êrîş kirin. Di dema vê êrîşê de bi qasî 15 kes hatin binçavkirin û konê berxwedanê yê nêzî Mala Cem bi zorê hat rakirin. Leşkeran mirovên li binê kon ji hev belav kirin û kon dan ber agir.
Kesekî 80 salî jî, ji ber ava şid a li serî ket, bi giranî birîndar bû.
Ji bo piştgiriyê bidin berxwedanê, bi sedan kes ji Stenbol, Enqere, Îzmîr û gelek bajarên din berê xwe dan Terolarê, lê belê li pêşiya Terolarê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin astengkirin. Hunermend Pinar Aydinlar jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.