Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan ji bo tevlî merasima cenazeyên 17 leşkerên di helîkoptera ketî Berwariyê de miribûn bi balefira taybet ANA hat Amedê.
Serokwezîrê Tirk Erdogan li Balefirgeha Amedê ji aliyê Walî Mûstefa Toprak, Wezîrê Çandinî û Lawirvaniyê Mehdî Eker û Wezîrê Parastina Netewî Îsmet Yilmaz ve hate pêşwazî kirin.
Erdogan dê tevlî merasima cenazeyên 17 leşkerên di helîkoptera li bejahiya navçeya Berwariya Sêrtê de mirî bibe.